
ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 25 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Divê me naveroka pirsa ‘dema manîfesto tê gotin em dixwazin çi bêjin? Tije bibûne. Gotin, banga çalakî an jî tevgerekê vedibêje. Yek ji nîqaşa din jî ev bû ku gotina ‘manîfesto’ bi çi re têkildarkir in. Ev girêdayê riyên ku em ber bi têkçûnê birine ye. Manîfestoyên siyasî yên partiyan, bi taybet dema dengdayînan de ji bo gel û siyasetê manîpule bikin tê bikaranîn. JINEOLOJÎ
*Aktîvîsta TJA’yê Bahar Peker diyar kir ku geşedanên dîrokî û krîtîk tên jiyîn û jin wê rola aktîf di avakirina aştiyê de bilîzin. Bahar Peker wiha anî ziman: “Divê jin dest bidin hev û pêşengiya aştiyê bikin.” DÎMEN HEYE
*Cîgira Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Yeşeren Umutlar Zehra Karasaboglu ku der barê pirsgirêkên astengdaran ên li Wanê dijîn kir wiha got: “Her kesê saxlem namzetê astengdariyê ye. Em li nexweşxane, kolan, parq û her derê zehmetiyan dikşînin. Ji kerema xwe re êdî bila hinek tişt bên kirin.” DÎMEN HEYE
*Bîrgul Daniş ku wek jinek ciwan li dijî pîşeyên li gorî rolên zayenda civakî hatine diyarkirin, bi înat marketa xwe vekir û got di demeke ku pêşdarazên li hember jinan zêde bûn de, li taxa xwe market vekiriye.” DÎMEN HEYE
*Yek ji berxwedêra Dîgel Tekstîlê, Buşra Gungor da zanîn ku divê li kargeriyan jin xwe rêxistin bikin, bibin sendîka û got: “Jinên ducanî bi zor tên xebitandin û destdirêjî li wan tê kirin. Em ê der barê van pêkanînan de raporê amade bikin û aşkera bikin.” DÎMEN HEYE