
'Wê jin di aştiyê de rola çalak bilîzin'
- 09:03 25 Tîrmeh 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Bahar Peker diyar kir ku geşedanên dîrokî û krîtîk tên jiyîn û jin wê rola aktîf di avakirina aştiyê de bilîzin. Bahar Peker wiha anî ziman: “Divê jin dest bidin hev û pêşengiya aştiyê bikin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û vê bangê deng da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da. Piştî bangê koma aştî û civaka demokratîk ya ji 30 gerîlayî pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmek pêk anî û çekên xwe îmha kirin. Vê gavê li cîhanê deng da.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Bahar Peker di vê pêvajoyê de rola jinan nirxand.
‘Banga hatiye kirin hemû cîhanê eleqeder dike’
Bahar Peker balkişand ser banga Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê de kiriye û wiha got: “Ev bang hemû cîhanê eleqeder dike. Israîl-Gazzze, Hîndîstan-Pakîstan, Israîl-Îran niha sê herêm di şer de ne. Banga Abdullah ocalan wek manîfestoyekê ye. Ev bang dikare hemû cîhan û herêmê biguhere û aştiyê bîne. Di vî alî de bang gelek girîng e.”
‘Abdullah Ocalan aştiyê dihûne’
Bahar Peker got jinên Kurd bi paradîgma ku Abdullah Ocalan pêş xistiye bûne xwebûn û wiha vegot: “Abdullah Ocalan ji 1993’yan de dibêje ez li muxatab digerim. Ji 1993’yan banga civaka demokratîk dike. Heta îro aştî hûnandiye û pêşengî kiriye. Birêz Ocalan paradîgma pêş xist û ya herî girîng jî ‘azadiya jinê’ bû. Abdullah Ocalan rol û misyon da jinê. Bi paradîgma Birêz Ocalan jin bûn xwebûn.”
Li Rojava Şoreşa jinê
Bahar Peker got jinan paradîgmayên Abdulllah Ocalan pêşkêş kirine esas girtine û têkoşîn meşandine û wiha bi lêv kir: “Jin hîna bi saya van paradîgmayan îmzeyan davêjin serkeftinên mezin. Jinên ji çand û baweriyên cuda li dora paradîgmaya Abdullah Ocalan tên gel hev. Jinan li dijî DAIŞ’ê li berxwe dan û bûn xwebûn. Jin hatin revandin, qetilkirin û destdirêjî li wan hat kirin. Bedena wan hat teşhîrkirin. Li bazaran wek kole hatin firotin. Lê li Rojava jinan bi têkoşînek mezin DAIŞ ji herêmê paqij kir û azadiya jinê afirand.”
Piştî bangê xebatên jinan
Bahar Peker balkişand ser banga dîrokî û wiha dirêjî dyê: “Piştî banga Birêz Ocalan xebatên jinan dest pê kirin û hîna jî didomin. Du meh berê li Kanadayê civînek pêk hat. Ji baweriyên cuda jin hatin gel hev. Ji bo avakirina aştiyê nîqaş meşandin. Lê Amedê di esasa bangê de Însiyatîfa Jinên Kurd hatin gel hev. Civîn 2-3 rojan berdewam kir. Ji her bajarî ji derveyê welat ji baweriyên cuda jin hatin. Banga aştî û civaka demokratîk nirxandin û nîqaş kirin. Divê em jin bibin pêşengê avakirina aştiya civakî û kirdeya wê. Jin li her derê pêşengiya pêvajoyê dikin. Me di 31’ê Adarê de li Amedê meşek xurt pêk anî. Beriya wê me bi jinan re hevdîtin kirin, nîqaş meşandin. Tevî hemû tiştî jin di aştiyê de israr dikin.”