Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

  • 19:21 25 Tîrmeh 2025
  • Rojane
MÊRDÎN – Şîna Menal Akbal ya YJA Starî ku  2022’an de jiyana xwe ji dest dabû li Nisêbînê hat danîn û bi girseyî hat ziyaret kirin.
 
Endama YJA Starê Menal Akbal (Hêvî Bahtiyar) di 7’ê Tîrmeha 2022’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.ç Li taxa Zeynelabîdîn ya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo wê şîn hat danîn. Ji aliyê  Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) ve bi giresyî serdana şînê hat kirin. Di serdanê de parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî cih girt.
 
Girse bi meşê çûn mala şînê û ji aliyê malbata Menal Akbal ve hat pêşwazîkirin. hevseroka MEDYA-DER’ê Gurbet Tekîn da zanîn ku gelê Kurd bi saya Menal Akbal û hevalên wê ve hatine van rojan. 
 
Gurbet Tekîn daxuyakirin ku bêyî têkoşîn tu car destkeftî nayên bidestxistin û bang ligel kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin.
 
Dayika Menal Akbal, Selîma Akbal jî axivî û got keça wê şehîda hemû Kurdistanê ye û wê her tim bi rumet bê bibîranîn.