
Ji helbesta Abdullah Ocalan ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin
- 21:29 25 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ji bo helbesta "Ji Hemû Zarokan re" ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin klîbek anîmasyonê amde kir.
Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê helbesteke ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin weke berhemeke dîtbarî û guharî hat amadekirin. Helbesta bi navê "Ji Hemû Zarokan re" wekî klîba anîmasyonê hat amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Hunermend Zîlan Dersim helbest xwend, muzîk û aranje jî Murat Yapiştiran û Serhat Hulaku kirine. Anîmasyon ji hêla Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.
Berhema hunerî bi piştgiriya Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ve hat çêkirin. Klîb cara yekem li ser Med Muzik TV û kanala YouTube ya kolektîfê hat parvekirin.
Armanca vê xebatê ew e ku bi rêya hunerê peyaman bigihîne zarokan û berhemên edebî yên ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatine nivîsandin jî bigihînin her derê.