
Phoolan Devî ya sînornenas
- 09:02 26 Tîrmeh 2025
- Portre
Pelşîn Çetînkaya
NAVENDA NÛÇEYAN - Phoolan Devî ya bi serhildana xwe dewlet, pergal û zîhniyeta mêr serobino kir 24 sal berê hat qetilkirin.
Phoolan Devî bi navê din Keybanûya Hejdukan di roja me ya îro de çavkaniya herî mezin a jin jê hêzê digire ye. Di temenê biçûk de hat zewicandin. Rastî şîdet û êrîşa zayendî hat. Di 20 salî de bû ‘hejduk’. Phoolan ya serhildêr ku li dijî neheqiyan serî netewand, yek ji jinên ku edaleta xwe bixwe pêk aniye. Li ber parlamentoya ku wek parlamenter ketibûyê di encama suîkastekê de hat kuştin û ji bo xizanan ‘leheng’ ji bo dewlemendan jî ‘kujer’ bû.
Phoolan Devî bi navê din (keybanûya hejdukan) ku bi salan berê bi gotina ‘ev jiyan a min e’ dest bi serhildanê kir, îro jî her kesî dike bin bandora xwe. Phoolan Devî di 10’ê Tebaxa 1963’yan de li Madhya Pradesh ya newala Çemê Chamba ya li daristanên hovane ya Hîndîstanê hat dinê. Phollan zaroka 4’emîn û ya herî biçûk a malbatê bû. Axa bavê wê ji aliyê apê wê ve tê xespkirin û li hember vê di temenê biçûk de serî hildide. Li dijî apê xwe li ser axa xwe çalakiya rûniştinê pêk tîne. Wê demê têkoşîna Phoolan dest pê dike.
Di 11 salî de hat zewicandin
Bi hevkariya pismamê wê di 11 saliya wê de bi mêrekî ku 20 salan jê mezintir e re tê zewicandin û rastî îstîsmara zayendî tê. 4 salan zewicandî ma û bi hevkariya dayika xwe ji vê zewacê xilas bû. Lê vegera wê ya mala bavê wê kes kêfxweş nekiriye. Ji ber ‘bîh’ mabû ji bo her kesî bêyom bû.
Ji ber bêdeng nema hat girtin
Li dijî xespkirina mafê xizanan serî hildide, li hember kesên payebilind serî radikir. Ji malbatê tenê wê li dijî mafên xwe têkoşîn dida. Tişta herî zêde ew xemgîn dikir, biçûxistina bavê wê bû. Li aliyekî din jî ji ber bîh bû, bûbû hedefa mêrên gund. Ji ber bêdeng nemabû sûcdar dihat dîtin. Ji aliyê xizmê wan ve bi sûcdariya ku dizî kiriye, hat girtin. Di girtinê de her tim lêdan xwar û rastî tecawizê hat.
Di 20 salî de pêşenga hejdukan bû
Di 20 salî de ji aliyê çeteyekê hejdukan ku li çiyan rê dibirîn û xerac digirtin ve hat revandin. Phoolan ji aliyê fermandarê çeteyên hejdukan ve destdirêjî lê hat û bi endamên hejdukan re fermandarê çeteyan kuşt. Piştî demekê çek bi kar anî û bû pêşenga hejdukan. Karê wê yê ewil bisergirtina gundê mêrê ku pê re hatibû zewicandinê bû.
Phoolan li dijî destdirêjîya li hember jinan bi hêrs bû û li pey tolgirtinê bû. Li gundên bi ser de digirt gelek mêr dikuşt û ji ber vê ji bo kastên jor bûbû wek tirsekê. Dema ku bi ser gundê mêrê pê re zewicandî de girt bi megofonê got ‘Ez Ploolan Devî’ û got kesên ku ew dixwaze radest nekin wê hesab bide. Ji ber kesên ku xwest nedanê 22 kes ji gund bir ber çem û kuşt. Ev bûyer wek Komkujiya Behmaî hat binavkirin û ji ber vê Serokê Eyaleta Uttar Pradesh îstîfa kir.
Lehenga çîna binî
Şêlandinên mezin ku kesên dewlemend hedef digirt pêk anî. Navê wê wek efsûnekê belav bû. Ji bo Phoolan gotin ‘Dasyu Sundarî\Hejduka xweşik’. Ji bo jinan û kesên çîna binî bû leheng. Dewleta Hîndîstanê xelat ji bo wê danî lê gundiyan pir jê hez dikir. Ew diparastin. Wateya navê Phoolan ‘keybanûya kûlîlkan’ bû.
Ji dewlemendan digirt û xizan diparast. Vê rewşê êdî hikûmet tehdîd kir. Hikûmeta Indîra Gandhî ji bo çareseriyê bi Phoolan re hevdîtin da destpêkirin. Hevdîtinan salekê berdewam kir û li hev kirin. Li gorî peymana Phoolan kiriye; wê ew û hevalên wê nehatibana bidarvekirin, wê yek nehatiba kelepçekirin, yek jî ji 8 salan zêdetir di girtîgehê de nemabûna û axa malbata wê bihata dayîn.
Di Sibata 1983’an de ji aliyê 18 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Li ser cilên leşkeriyê hebûn û li serê wê bandana wê ya sor hebû. Şerta wê ev bû ku wê çeka xwe bide ber wêneyê Mahatma Gandhî û Keybanû Durga. Tifing, gule û kêra xwe radest kir.
Du wêne û jinek biçûk
Ji 30’î zêdetir sûcî hatibû girtin lê dernexistin pêşberî dadgehê. 11 salan di girtîgehê de ma. Di 1994’an de hat berdan. Di encama peymanê de heta ketibû girtîgehê wêneyên wê tunebû. Ev hejduka ku Hîndîstan hejandibû, jinek biçûk ya her kes matmayî hiştibû.
Li nêzî parlamentoyê hat qetilkirin
Piştî ji girtîgehê derket 2 sal şûnde tevlî Partiya Samajwadî bû. Di 1996’an de ket parlamentoyê. Phoolan di 25’ê Hezîrana 2001’ê de li ber parlamentoyê rastî êrîşa çekdarî hat û 5 gule li bedena wê ket. Dema dibirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Kujerê wê ku teslîm bû diyar kir ku wî tola 22 mêrên Behmaî girtiye. Hezkiriyê Phoolan tu car bi vê bawer nekirin, ji ber gelek kesên gule barandibûn hebû û rastî tu car derneket holê.