
ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 16 Îlon 2025
- Rojev
* Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik li ser operasyona li dijî Kampa Holê û diyaloga berdewam bi hikûmeta demkî ya Şamê re got: "Em ê beşdarî artêşa ku wan ava kiriye bibin an na? Ev pirsa ku divê em bipirsin e. Em ê tevlî wan nebin heta ku ew kesên ku destên wan bi xwîna Hevrînan, jinan û gelan neyên darizandin." BI DÎMEN
*Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol, bal kişand ser qirkirina ekolojîk a li Bestayê û got, "Me li Şirnexê dest pê kir û li Cûdî, Gabar û Bestayê dengê aştiyê bilind kir. Armanca me ya rastîn ew e ku em dengê aştiyê li her aliyê cîhanê bilind bikin." DÎMEN HEYE
*Jinan di derbarê xebata "Komîsyona Jin û Hiqûqê ya di Avakirina Aştiyê de" de gotin, "Em tekez dikin ku pêdivî heye ku li ser destûrek rê dide jin û hemî nasnameyan ku hebûna xwe bidomînin, xebat bê kirin." DÎMEN HEYE
*Beriya meşa ku dê di 17'ê Îlonê de ji bo daxwaza naskirina "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, siyasetmedaran ev bang kirin: "Em ê banga xwe ya ji bo pêkanîna mafê hêviyê nû bikin, em hemû gelan vedixwînin ku bi awayê herî xurt beşdar bibin." DÎMEN HEYE