‘Nîşaneya samimiyetê pêkanîna mafê hêviyê ye’
- 09:02 29 Cotmeh 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Xizma girtî Fatma Surme da zanîn ku cezayê giran ên girtîgehê ne mirovahî ne û got Tirkiye di mijara aştiyê de samîmî be divê mafê hêviyê pêk bîne, di serî de Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyan divê berdin.
Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde pêkanîna ‘mafê hêviyê’ yek ji sernavên ku ket rojevê bû. Bi pêkanîna mafê hêviyê re wê li Tirkiyeyê bi hezaran girtî bên berdan. Saziyên civaka sivîl, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên hiqûq û xizmên windayan bê navber daxwaza pêkanîna mafê hêviyê tînin ziman.
Dayika girtî Buryamîn Surme û Ahmet Surme yên li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê girtîne, Fatma Surme der barê pêvajoyê de axivî.
‘Bi vî awayî mirov nikarin behsa aştiyê bikin’
Fatma Surme da zanîn ku kurê wê Bunyamîn Surme di 2018’an de hatiye girtin û cezayê giran lê hatiye birîn, Ahmet Surme jî 20 sal ceza lê hatiye birîn û got: “Dema em behsa aştiyê bikin wisa nabe. Em dixwazin aştiyeke bi edalet pêk bê. Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Pêvajoyek hat destpêkirin lê mixabin tu gavek şênber nehatiye avêtin. Ji bo Kurdan tiştekî nakin. Divê ewil serokê me Abdullah Ocalan bê berdan. Dema ew azad nebe em yek jî ne azad in.”
‘Divê tecrîd bê şikandin’
Fatma Surme balkişand ser daxwazên gelê Kurd û got: “Gelê Kurd jî wek hemû gelan azadiyê heq dike. Em ê li dijî zextan her tim têbikoşin. Heta ku ev mirin, xwîn û qetilkirin bidomin em nikarin behsa aştiyê bikin. Hewce bi mafê hêviyê heye. Divê tecrîda li ser serokatiya me bê şikandin. Divê tu dayik negirîn. Em li hemû cîhanê aştiyeke bi edalet dixwazin. Cezayên muebetê ji darvekirinê girantir in. Mirin ligel wê rizgarî ye. Ciwanên me bi salan girtîne. Tu tiştek nekirin lê bi salan girtîne. Êdî bes e.”
‘Em jiyanek adîlane dixwazin’
Fatma Surme balkişand ser girtîgehên tîpên wek çal û wiha domand: “Girtiyên meubeta giran dikin hucreyên yek kesî. Ev ne rast e. Çi mafê we heye hûn wisa dikin? Hûn êş û azaran bi zarokên me didin kişandin. Hêviya min a herî mezin pêkhatina maf û edaletê ye. Divê em dest bidin hev. Divê girtiyên me berdin ku em bêjin aştî hatiye. Em jî wek her kesî jiyaneke bi edalet dixwazin.”
Ji bo dayikan bang
Fatma Surme di dawiya axaftina xwe de bang li hemû dayikên Kurd û Tirk kir û wiha dawî lê anî: “Dayikên Tirk nayên nabêjin bila aştî pêk bê. Kezeba wan jî dişewite. Her kes di vî şerî de mir, hat qetilkirin, hat windakirin. Ne tenê Kurdan, her kesî winda kir. Ji ber vê divê ji bo aştiyê em dest bidin hev. Ez bang li hemû dayikan dikim, divê em bibin yek ku zarokên xwe winda nekin.”







