Mirov sosyalîst nayên dinê mirov dibin sosyalîst

  • 09:03 14 Mijdar 2025
  • Jineolojî
"Sosyalîstbûn, ji bo sosyalîstbûnê têkoşîn dayîn û ji bo şaregeriyê biryardayîn çalakiyeke bi asayiye. Mijar ne tenê bi biryardayînê diqede. Divê ferzên wê bên cih û ji bo vê jî texrîbatên desthilatdariyê ji holê bên rakirin. Şerta ewil a vê jî eve ku mirov şoreşê bixwe re ava bikin û li gorî pîvana sosyalîstbûnê xwe ji nûve biafirînin."
 
Fatma Koçak
 
Di dîroka têkoşînên sosyalîst de nirxandina têkiliya jin-mêr, mijareke ji jiyana tayet berbi qada cemaweriye. Her asta dîroka sosyalîzma ku navê têkoşîna azadî û wekheviyê ye, divê di esasa azadiyê de bê dest girtin, bi nêrîneke ku ji zayenperestiyê dur bê lêpirsînkirinê ye. Jinên bi hevalên xwe yên mêr ku di Komuna Parîsê de destur nedan ku jin taburê ava bikin re têkoşîn meşandin, jinên li Ispanyayê di şerê navxweyî de li eniyê bi hinceta ‘nexweşiyê belav dikin’ ji eniyê hatin durxistin, li Vîetnamê piştî şoreşê jin avêtin plana duyemîn û mahkumê xianiyê kirin, Li Nîkaragua bi hinceta şoreşa bidestxistine nikarin mayînde bikin, ji aliyê mêran ve rastî zextan hatin û rolên kevneşopî li jinan hat ferzkirin. Em li dîroka şoreşên cîhanê dinêrin, piştî şoreşê jinên ku mafê wan ketine bin ewlehiyê ji aliyê xeteke îdeolojîk û polîtîk ve hatine dorpêçkirin. Ya herî trajîk jî destkeftiyên ku jinan di şoreşan de bidestxistine ek diyarî tên pêşkêşkirinê. Dema em netew-dewletan lêkolîn dikin tabloya dertê pêş me ev e.
 
Ji bo pêşî li vê rastiya ku di pratîkên reel sosyalîst de derkevin holê bê girtin divê çi bê kirin? Me lîderên sosyalîst mînak nîşan dabûn û keda jinê çawa binpêkiribûn tespît kiribû. Lê neçareserkirina baviksalarî û heta guherîn di nêrînên kevneşopî yên zayendperest de neyên kirin, ev kes li derve wek ‘lîderekî sosyalîst’ li hundir jî ‘wek bav, mêrê maskulen’ tên zanîn û di têkiliyên bi jinan re jî di polê de mane. Em li vir balê bikşînin ser gotina Adorno ya ‘jiyana şaş rast nayê jiyîn’. Piştî belavûna Yekitiya Sovyetan, di bin êrîşên kapîtalîzmê de jin di sektora fuhuşê de bûne alav. Li Rojhilata Dur a Vîetnamê jin wek hêza kar a erzan û veguherîne bazara fuhuşê. Çend mînakên wisa hovîtiya rewşê dide fêmkirin.
 
Pratîkên reel soyalîst û rastiya mêr a di bin bandora vê pratîkê de rexnekirin, analîzkirin wê piştgiriyê bide demokratîkbûna sosyalîzmê.  Şerta ewil a avakirina pergaleke komunîst, bi tespîtkirina rast a zîhniyeta serdest ya mêr û binpêkirina jinê re, dikare  avakirina nasnameya jin û mêr li gorî ahlaqê azadiyê bê avakirin. Kesaet abi bandora zîhniyeta baviksalar-dewletê teşe bûye, heta ku pirsgirêka azadiyê çareser nebe, wê li pêşiya pêşketina têkoşîna azadiyê asteng be. Çareserkirina sedema bindestiya jinan û koletiya jinan, şerta ewil a pêşketina hişmendiya azadiya jinê ye. Heta putê îdeolojîk yên serdestiya mêr neyên kuştin, çanda sosyalîstbûnê pêş nakeve. Dîrok bi dersên mezin tijene. Ji bo sosyalîstbûna kes divê ji van dersan encamên rast bên derxistin.
 
Sosyalîstbûn, ji bo sosyalîstbûnê têkoşîn dayîn û ji bo şaregeriyê biryardayîn çalakiyeke bi asayiye. Mijar ne tenê bi biryardayînê diqede. Divê ferzên wê bên cih û ji bo vê jî texrîbatên desthilatdariyê ji holê bên rakirin. Şerta ewil a vê jî eve ku mirov şoreşê bixwe re ava bikin û li gorî pîvana sosyalîstbûnê xwe ji nûve biafirînin. Rakirina taybetiyên burjuva, hilweşandina kalibên feodal, bezandina dogmatîzmê lê nelîberalbûyîn. Ji bo pêkhatina van şerte ku têkiliya jin û mêr xwe bispêre hîmên felsefîk. Afirandina asteke ku hemû renginiyan dihewîne, wek şert li pêş civakê rawestîne. Ev reng kesên azad û sosyalîzma demokratîke.
 
Abdullah Ocalan ku encamên trajîk yên tecrubeya reel sosyalîzmê tehlîl kiriye, ji destpêka sala 1990’î şûnde mudaxaleyê rastiya mîlîtaniya ji zîhniyeta serdest ya mêr û dewletê bandor bûye, kiriye. Heta der barê rêxistibûna sazîbûnê de, der barê terza wê de nirxandin kiriye û xeta vê ya stratejîk ava kiriye. Ji ber vê jî di tevgera azadiyê de her tim serdestiya mêr-dewlet- desthilatdarî lêpirsîn kiriye. Ji salên 90’î şûnde aliyên tevgera azadiyê ku ji reel sosyalîzmê cuda dike, bi îfadeyên xurt gihandiye formulasyonek îdeolojîk. Mêrê sosyalîst divê çawa be? Jina sosyalîst divê çawabe? Tecrubeyek girîng avakiriye û rêbaza çareseriyê pêş xistiye.  ‘Kuştina mêr’ û ‘teoriya qûtbûnê’  wke rêgezên esas a sosyalîzma demokratîk pênase kiriye.
 
Ji roja pergalên di esasa tundî û desthilatdariyê de hatine avakirin heta niha mirovan ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û rêxistibûnê fikr û nerîn afirandine. Pirsgirêka herî tevlihev a li ser hatiye sekinandin pirsgirêka der barê çawabûnê deye. Bersiva ji bo pirsa ‘civakek çawa?’ girêdayê têkiliya navber jin û mêr de ye. Têkoşîna jiyankirina rastiyê, ji destpêka mirovahiyê heta îro hatiye meşandin û têkoşîneke ku hîna tê meşandinê ye. Ji ber ku têkoşîna mirovbûnê encamayekbûna bi rastiyê re pêş dikeve. Diyalektîfa jiyan û mirov vê ferz dike. Pêşketina civakî û tevger bi analîzek baş bê kirin, nezelalî, fikar û bi tercîhên azad, bi riya rast û tahlîlên rast dikare bihêje encamek azad.
 
Di vir de ya divê bê kirin ev e ku ya dîrokî bi rojevîbûnê re bîne gel heve û ji hev qût neyê destgirtinê ye. Pratîkên sosyalîzmê, ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê hinek encaman dide. ya girîng ev e ku bi analîzek rast ev bê lêkolînkirin û ji nûve bi heman şaşiyan nekevin xitimandinê ye. Abdullah Ocalan di nêzîkatiya felsefî de, bi qasî berlêvekirinên îdeolojîk-teorîk û sosyalîst, der barê terza jiyanê û azadbûna zayenda civakî pêş dixîne. 
 
Abdullah Ocalan di 2025’an de vê gavek din pêş dixîne: “Min got rêgeza esas a sosyalîzmê azadiya jinê ye. Pîvana sosyalîstbûna mêrekî jî bi zanebûna jiyaneke rast bi jinê re pêkan e. Ezmûna min ya ewi a bi sosyalîzmê re, zanebûna ku bi jinekê re çawa tê axaftin bû. Sosyalîstbûn ji vir destpê dike. Yên ku nizanibin bi çawa bi jinekê re biaxivin nikarin bibin sosyalîst. (Nameya ku Abdullah Ocalan di 31’ê Gulana 2025’an de ji Jineolojiyê re şandiye) Şoreşa  ku bi jinekê re çawa divê bê axaftin dibe pîvana sosyalîstbûnê, şoreşeke ku bandor li her aliyê jiyanê kiriye.
 
* Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’ a kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.