Ji TJA'yê û baroyê ji bo Dîlan Karaman daxuyanî

  • 09:12 28 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - TJA'yê di daxuyaniya derbarê Dîlan Karaman de got, "Em ê bi biryardarî li dijî hemû gefên li ser jiyana jinan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê vê pêvajoyê bişopînin." Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî wiha got:"Ji bo lêpirsîn bi awayekî çalak were meşandin jî em ê piştgiriya hiqûqî ya pêwîst bidin. Bila were zanîn ku dê têkoşîna me ya li dijî mirinên biguman ku li ser mafê jiyanê yê jinan gefek e û hemû binpêkirinên mafan, bi biryarî bidome.”
 
Daxuyaniya Tevgera Jinên Azad (TJA)  wiha ye: "Hevala me Dîlan ji 11'ê Mijdarê ve di beşa lênêrîna giran de ji bo jiyana xwe têkoşiya. Wekî Tevgera Jinên Azad, me ji roja yekem ve her aliyê rewşa wê bi baldarî şopand. Çawa ku me bi berdewamî xwekuştin, mirinên ji nişka ve û mirinên gumanbar ên jinan şopandin, em ê tu carî nehêlin ku mirina gumanbar a hevala me Dîlan îro di tariyê de bimîne. Em şîdeta sîstematîk û bêcezatiyê qebûl nakin. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe li dijî hemî gefên li ser jiyana jinan bidomînin. Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin. Wekî TJA'yê, em ê keda hêja ya Dîlanê, hewesa wê ya ji bo azadiyê zindî bihêlin." Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniya niviskî parve kir. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî têkildarî mirina biguman a Dîlan Karaman daxuyanî da. Navendê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mirina Dîlan Karaman mirineke biguman e. Bi domdarî wiha hate gotin: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku rojnameger û kirdeya çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. Ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte dihat tedawîkirin. Her çend mirina wê weke ‘krîza dil’ bi raya giştî re hatibe parvekirin jî, tê zanîn ku gelek mirinên biguman ên jinan di bin navê ‘întîharê’ û ‘mirinên ji nişka ve’ tên qeydkirin. Vê jî yekser eleqeya xwe bi polîtîkaya necezakirinê û dijminatiya li jinan re heye. 
 
Mafê jiyanê yê jinan, bitûniya bedenê û mafê ewlehiyê, di bin berpirsyartiya dewletê de ye. Lewma jî divê lêpirsîna têkildarî mirina Dîlan Karaman demildest, bi şefafî û bi hûr û kûr were kirin. Heke xemsarî, berpirsyarî yan jî bandora kes an jî avadaniyan hebe, divê ev lêpirsîn bibandortir, bi berfirehî û serbixwe were kirin. 
 
Em bi bîr dixin ku mirinên biguman ên jinan ne şexsî ne; encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkaya necezakirinê ye. Di vê çarçoveyê de, em careke din dibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in. 
 
Weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, em ê heta dawiyê pêvajoya têkldarî mirina Dîlan Karamanê bişopînin. Ji bo lêpirsîn bi awayekî çalak were meşandin jî em ê piştgiriya hiqûqî ya pêwîst bidin. Bila were zanîn ku dê têkoşîna me ya li dijî mirinên biguman ku li ser mafê jiyanê yê jinan gefek e û hemû binpêkirinên mafan, bi biryarî bidome.”