Li Qamişloyê çanda Satî hat nîqaşkirin

  • 15:21 2 Kanûn 2025
  • Rojane
QAMIŞLO - Akademiya Jineolojiyê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de panela “Li dijî çanda satî jin, jiyan, azadî” li dar xist. 
 
Akademiya Jineolojiyê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de panelek bi sernavê “Li dijî çanda satî jin, jiyan, azadî” li dar xist. Panel li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo pêk hat. 
 
Di têketina holê de wêneyên jinên ji aliyê zilaman û dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li ser panoyekî hatin daliqadin. Wêneyên jinên têkoşer rojnameger Gulistan Tara, Cîhan Bîlgîn, Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, dayika Taybet Înan, Sakîne Cansiz û gelek jinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin daliqandin. Endamên Akademiya Jineolojiyê û Meclisa Jinan a Îslama Demokratîk, nûnerên TEV-DEM’ê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), sazî û dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Kongra Star û saziyên jinan beşdarî panelê bûn.
 
Panelê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di panelê de 5 rûniştin çêbûn. Di her rûniştinekî de mijarên cuda hatin pêşkêşkirin û nirxandin, bi sînevîzyonê jî, bi dîmen û foto ketin hûrguliyên mijaran.
 
Di rûniştina yekemîn de endama Akademiya Jineolojiyê Sîham Dawud mijara “4 qonaxên bîrdoziya rizgariya jinan” pêşkêş kir. Sîham Dawûd di çarçoveya pirsên “Çima Rêber Apo 4 qonax xistin rojeva me?” û “Bandora ‘çar çandan’ li ser mijara dîroka jinan çi ye?” mijar nirxand. Her wiha bi nîşandana sînevîzyonê jî mijar bi dîmen û wêne nîşan da.
 
Sîham Dawûd bal kişand ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ên der barê çar çandan “Çanda Xwedawendan, Çanda Jinên Qesrê, Çanda Satî û Çanda Jina Azad” kir û got: “Rêber Apo ji jinan xwest ku van çandan lêkolîn bikin û li serê dahûrandinê bikin. Rêber Apo ji me xwestiye ku em dîrokê lêkolîn bikin, li ser pirsgirêkên jinan lêhûrbûnan bikin. Lê heta niha jî têgihiştina me sînordar e. Dîrok hem zaniste hem jî feslefeyek e. Ji bo wê jî em dê dîrokê lêkolîn bikin û evê jî ji bo me bibe rexnedayînek. Analîza me cuda ye emê bi nêrîna Jineolojî dîrok analîz ikin. Ji ber civak li dora jinê ava bûye. Rêber Apo vê çandê li dora çar çandan pênase dike.
 
Çanda Xwedawendan: Mirov hebûnek dîrokî ye, dema mirov derdikeve holê civaka xwezayî derdikeve holê. Ev tişt mirov ji zindiyên cuda dike. Jin kilanê ava dike pêş dixe û diparêz e. Komên li dora jin hatine avakirin heman demê de di nav de komên nêçîrvan jî hene Rêber Apo wan weke qatilê kastîk binav dike û ev kom hewl dide destkeftiyên jinê û civaka wê dest dane ser. Êrişî civaka jinê dibe. Ew jî ji bo xwe biparêzin neçar dimînin malên xwe bihêlin û koçber bibin. Ji bo wê jî perestgehên xwe çêdike. Navê wan dike Ronahî.
 
Zilamê desthiltdar jî li dijî wê perestgeha xwe çêdike û navê wê dike Qesra Spî, heta niha Qesra Spî jî didome. Zilaman 104 meyên jinan yanî destkeftiyên jinan dizîne, keda wê înkar dike. Îro di her malekî de dizek weke Enkî heye.
 
Çanda Jinên Qesrê: Çandeke li dijî nirxên jinan hatiye avakirin. Rola Rahîbeyan di peresgtehan de bi rê û resmên ji hêla jinên ve hatine avakirin civakê perwerde dike. Lê zilamên desthilat êriş dikin û vê berevajî dikin. Piştre di encamê de qesr û kerxane derxistin holê. Jin di qesrê de nikare derkeve û ji bo zilamên arîstokrat zarokan çêbike. Her wiha çanda cariye pêş dikeve. Îro jî di malan de heman çand didome.
 
Çanda Satî: Dema mêr dimire divê jin jî pêre bê şewitandin. Ev ne tenê li Hindistanê tê meşandin. Di çanda satî de hebûna jin bi hebûna mêr ve girêdayî ye. Ya baş em bikevin ferqê ku çiqas çanda satî di me de heye. Dema em ketin ferqê em ê bibin hêza çareseriyê û ji bo wê jî hêza jina azad ji me re pêwîst e.
 
Çanda Jina Azad: Jina ku hebûn û nasnameya xwe biparêz e û dibe biryar. Jina sosyalîst e. Jina azad a xweşik û zana ye. Em di dawiyê de gotina birêz Ocalan “Teoriyek min heye. Hûn ji sedê 25 çanda xwidawend, ji sedê 25 jina qesrê, ji sedê 25 ya çanda satî û ji sedî 25 çanda jina azad dijîn. Ev proje nîvço maye û dê bi Jineolojiyê temam bibe.”
 
Nîşandana sînevîzyonê 
 
Piştî axaftina Sîham Dawûd, sînevîzyonek hat nîşandan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser herçar çandan hat nîşandin.
 
Di rûniştina duyemîn de Endama Akademiya Jineolojiyê Leman Şêxo mijara “Çanda Satî” pêşkêş kir. Leman Şêxo di çarçoveya pirsên “Çanda Satiyê çi ye?” û “Di bingeha vê çandê de, ku ji Hindistanê ber bi hemû deverên cîhanê ve belav bûye, çi heye?” mijar şîrove kir.
 
Leman Şêxo Çanda Satî wiha pênase kir: “Çanda Satî: Jin bi hevserê xwe re tê şewitandin. Di sedsala 4’an de li Hindistanê dest pê kir. Ev ne tenê li Hindistanê li tevahiya cîhanê belav bûye. Sala 1829’an bi fermî hat qedexekirin. Her çendî wisa xuya dike ku bi dawî bûye, lê hişmendiya vê didome. Bi kevneşopiyan li ser jinan didome. Amûreke koleya mêr e. Vê jî weke wefadariyê nîşan didin. Dema mêr dimire jiyana jinê bê wate dibe. Gotina satî jî wateya wê “Paqijî” ye. Yanî piştî mêr dimire jî pêre dimîne. Yanî jina serbixwe dimîne weke xirab tê dîtin. Ev jî îro wek jina hevserê wê miriye tê tecrîdkirin. Mafê wê tê xwarin û wek bermahiyekî dimîne.
 
Îro jî jin weke amûrek a şehwetê dîtin, di malê de milê mêr û nenaskirina vîna wê bi heman hişmendiyê didome. Gelo îro çanda satî bi dawî bûye?”
 
Pênasekirina çanda satî 
 
Di rûniştina sêyemîn de endama Meclîsa Jin a Îslama Demokratîk Kînda Kenaan mijara “Hilgirtina çanda satî heta roja îro” di çarçoveya pirsên “Çanda satî li seranserê Rojhilata Navîn bi kîjan rêbazan belav bûye?” û “Qada Şoreşa Jinê de rastiya çanda satî bi kîjan rêbazan ve xuya dibe?” de vegot.
 
Kînda Kenaan wiha axivî: “Çanda Satî çawa derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Dibe bipirsin çi eleqeya wê heye? Dibe ku heman rêbaz pêk nayê, lê bi “namûsê”, dilsoziya jinê û weke jina di malê de mayî derbasî nava civakê bûye. Raste jin beşdarî siyaset, çekdarî û Jineolojiyê bûye, lê hîna ev çand heye. Sê rêbaz hene, yek jê têgeha eşîr, Rêber Apo dibêje eşîr hêza civakê ye, lê divê di guhertinan re derbas bibe. Jin di bin navê bêdengiyê de tê mezinkirin, di aliyê zewacê de berdêl heye û têde ruhê jin tê kuştin. Weke pere tê dîtin. Zewaca di ber xwînê de, jin tê qurbankirin. Ya din jî “sitir”. Dema jin tê kuştin, ew eşîr ji bo parastina eşîrê ser kuştinê tê girtin, ji bo paqijkirina namûsa malbatê. Jin di bin navê namûsê de tê kuştin. Gelek caran qetilkirina jinan tê rewakirin.
 
Roja me ya îro ol bûye amûrek a desthilat û li ser jin desthilatdariya mêr tê meşandin. Di rêya ol de herî zêde jin tê şikandin. Gelek tişt di ol de jî nîne, lê di hişmendiya mêrê desthilatdar de heye. Dîsa piştî mirina mêr “udê” ye. Ew jî piştî mêr bimire, divê xwe tecrîd bike. Ev jî ruhê satî ye. Her wiha dema mêr jin “berda”be divê jin bi mêrekî din re bizewice, ji bo ku dîsa bi mêrê berê re bizeciwe. Ev tevahî rûhê satî ye.
 
Satiya Estetîk: Ew jî qalibekî wek xweşikbûnê hatiye diyarkirin. Her jin hewl dide xwe bişibîne wî qalibî.  
 
Ji bo ev bê derbaskirin, divê em ruhê jina azad ava bikin û biparêz in. Ji bo em xwe rizgar bikin, divê em wan qaliban bişikînin.”
 
Çareseriyek ji bo çanda satî 
 
Di rûniştina çaremîn de berdevka Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên mijara “Çareseriyek ji bo çanda satî” pêşkêş kir. Naveroka mijarê di çarçoveya “Bilindkirina çanda xwebûnê û bîrdoziya rizgariya jinê” de nirxand.
 
Zehrîban Hisên çanda jina azad wek pêkanîna xweparastin, xwebirêxistinkirin û xwezanakirinê pênase kir û wiha got: “Di dîrokê de her tim du xet hene; yek ya têkoşînê û ya din jî xeta qirkirinê. Rêbertî di 8’ê Adara 1998’an de Bîrdoziya Rizgariya Jinan xiste rojeva me. 27 sal derbas bûn, gelo dîsa nîqaşa wê tê çi wateyê. Gelek caran jinan serî hildaye, lê dîsa rawestiyane. Ji ber bîrdoziya wan û zanist nebûye.
 
Ji bo em çanda jina azad ava bikin, xweparastin, xwerêxistinkirin û xwe zanakirin pêwîst e; Her roj jin rastî tundiyê tên. Lewma pêwîst dibînin ku parastina xwe ava bike. Li gel me YPJ, HPC, di civakî û sazîbûnê, sazîbûna xweser de parastina xwe û civaka xwe ava kirine. Berê me nedidît jinek çeka xwe hildaye û xwe biparêze, yan jî xwe bi rê ve bibe. Her wiha em çi qas xwe bi rêxistin bikin, em ê ew qas bikarin hebûna xwe biparêzin.”
 
Di rûniştina pêncemîn de pirs hatin kirin û bersiv hatin dayîn. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.