Lî Amedê serlêdan ji bo atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
- 16:20 2 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Atolyeyên Jineolojiyê li Amed di 14'ê Kanûnê de dest pê dikin; serlêdan heta 12'ê Kanûnê berdewam dikin.
Atolyeyên ku ji hêla Jineolojiyê ve têne organîzekirin dê di 14'ê Kanûnê de li Amed dest pê bikin. Serlêdanên ji bo atolyeyên bi sernavên "Jinek Zanistê Fêr Dibe: Jineolojî", "Rastî û Rêbaz", "Siyaseta Zayendî û Rizgariya Zayendî", "Hevjiyaneke Azad", "Etîk-Estetîk û Azadî" û "Şoreşa Jinan di Sedsala 21'ê de" dê heta 12'ê Kanûnê berdewam bikin.
Ji bo atolyeyên ku dê di 14'ê Kanûnê de dest pê bikin, serlêdan dikarin bi rêya lînkên "https://jineolojidergisi.com" û "instagram/jineolojiatolyesi" werin kirin.







