Ji bo alfabeya Kurdî çalakî hat lidarxistin

  • 15:17 7 Kanûn 2025
  • Rojane
 
RIHA - Saziyên ziman, ZIWAN-KURD, ANKA-DER û MED-DER’ê ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin, li Sêweregê çalakî li dar xist. 
 
Xebatên Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zîmane Kurdî ya Sêweregê (ZIWAN-KURD) ya Sêwregê berdewam in. Di çarçoveya xebatên ziman de, li navçeya Sêweregê ya Rihayê bi hevkariya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Komelaya Ziman, Çand û Hunerê (ANKA-DER) ji bo zarokan çalakî hat lidarxistin.
 
Beriya lidarxistina çalakiyê, mamosteyên ZIWAN KURD û MED-DER’ê tevî zarokan li kolanên navçeyê hatin gel hev û muzîk vekirin. Di hevdîtinê de kêliyên rengîn hatin jiyîn û ji vir jî çûn avahiya komeleyê. Li komeleyê, zarokan govend gerand û demên xweş derbas kir. Piştî gerandina govendê, mamostayan alfabeya bi Kurdî hînî zarokan kir.