Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
- 15:04 14 Kanûn 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Girtî Rûkiye Fîdan ku di qezayê de dayika, xwişk, bira û mamê xwe winda kir, ji bo şînê anîn Mêrdînê.
Endamên malbata Fîdan, di şeva 11’ê Kanûnê de li devera gundê Kafsenorê yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê qeza kir. Di qezayê de dayik Sûna Fîdan, keç û kurê wê Gulbahar û Ramazan Fîdan û tiyê wê Mehmet Nûr Fîdan jiyana xwe ji dest dan. Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, ji bo şînê anîn Mêrdînê. Piştî erêkirina serlêdana Rûkiye Fîdanê, ji bo şînê di saetên serê sibehê de bi balafirê anîn Mêrdînê. Rûkiye Fîdan, li Mêrdînê bi wesayîta rîngê hate siwarkirin û ji bo şînê birin gundê Qudê yê navçeya Mehsertê. Cendirmeyan, gelek tevdîr girtibûn û Rûkiye Fîdan ji ewil birin goristana gund a endamên malbata wê lê hatine definkirin.
Rûkiye Fîdan ku bi wesayîta rîngê anîn goristana gund, cendirmeyên jin ketin bin milê wê û destekê wê jî bi destê cendirmeyeke jin hate kelemçekirin. Rûkiye Fîdan bi heman awayî anîn cem xizmên wê û li vir kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştî Rûkiye Fîdan anîn cihê şînê, li wir kelemçeyên destên wê jê hatin derxistin. Lêbelê vêcarê jî cendirmeyan dora wê girtin û neçar ma ku di bin dorpêça cendirmeyan de sersaxiyan qebûl bike.
Welatî yek bi yek di dorpêça cendirmeyan de sersaxî ji Rûkiye Fîdanê xwestin. Destûr hate dayin ku Rûkiye Fîdan tenê sê saetan sersaxiyan qebûl bike. Hat zanîn ku piştî qebûlkirina sersaxiyê dê Rûkiye Fîdanê bibin girtîgehê û îşev jî dê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bê ragirtin.
Di qezayê de her wiha 5 kesên din jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran birayên Rûkiye Fîdanê Mehmet û Ahmet Fîdan û welatiyên bi navên Semîre D, Selahattîn D. û Mehmet Nûr U. jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.







