'Komun û meclis biqasî nan û avê pêwîst in’

  • 15:27 14 Kanûn 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civîna gel a li Geverê de axivî û got: “Avakirina komun û meclisan biqasî av û nan girîng in, pêwîst in. Lewma divê em xwe birêxistin bikin.” 
 
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li navçeya Geverê ya Colemêrgê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Veysî Aktaş ku demek berê ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin weke axêver tev li bûn. Hevdîtin, li ewyaneke dawetê hat lidarxistin. Axêver, bi dirûşma “Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Ji ber tijebûna eywanê, gelek kes li ser pêyan man. 
 
Gulistan Sonuk di civînê de bal kişand ser girîngiya pêkhatina girîngiya aştî û civaka demokratîk û got: “Tişta di vê pêvajoyê de pêwîst e were kirin, avakirina komun û meclisan e. Heke ev komun û meclis bi pêşengtiya jin û ciwanan neyên avakirin, dê di demekî kin de bikevin xizmeta pergalê. Ev jî dê tenê bi xwe re koletî û qirkirinê bîne. Belê îro ji bo aştiyê hevdîtin tên kirin. Sermuzakerevanê aliyê me Rêber Apo ye û li aliyê din jî dewlet heye. Peywira me jî, avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Çima em ewqas girîngiyê didin pêvajoyê û avakirina komun û meclisan? Ji ber ku heke em Kurd rêveberiyên xwe ava nekin û xwe birêxistin nekin, dê di nava pergalê de bihelin. Bingeha xweparastinê ne li ser çekan, em li ser siyaseta demokratîk digirin dest.” 
 
Di berdewamê de Gulistan Sonuk anî ziman ku avakirina komun û meclisan biqasî av û nan pêwîst in û axaftina xwe wiha qedand: “Em xwe çiqas birêxistin bikin û birêve bibin, pêvajo bi kîjan alî de jî biçe em ê venegerin pêvajoya 2013-2015’an. Heke em xwe birêxistin nekin, em li bendê bisekinin, ev yek dê me ber bi xeletiyê ve bibe. Tişta ku dê bi dewletê paşvegavê bide avêtin, rêxistiniya me ye. Em xwe çiqasî birêxistin bikin, dewlet dê ewqas neçar bimîne gavan biavêje. Avakirina komun û meclisan biqasî nan û avê girîng e, pêwîst e. Lewma em xwe birêxistin bikin û li ser vê esasê xwedî li pêvajoyê derkevin.” 
 
Piştî hevdîtina Gulistan Sonukê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.