‘Divê em li dijî tarîtiyê têkoşîna jinan mezin bikin’

  • 09:05 12 Adar 2026
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR- Jinan diyar kir ku ji mirina biguman a Fatma Nur Çelîk û keça wê saziyên dewletê berpirsin û diyar kirin ku divê li dijî vê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bê mezinkirin.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û ev ne tenê girêdayê polîtîkayên bêcezahiştinê ya desthilatdariyê ye. Li her qadê ji aliyê zîhniyeta mêr ve  jin û zarok tên qetilkirin gumanbar bi piştgiriya ji vê zîhniyeta digirin qetil dikin, destdirêjiyê dikin. Gelek mînakên vê hene. Rêvebreê Weqfa Xizmeta Kuranê Ayhan Şenguler destdirêjî li keça xwe ya 3 salî kribû û dayika wê Fatma Nur Çelîk li idjî vê bi salan têkoşîna edaletê da. Di rojên borî de Fatma Nur Çelîk û keça xwe biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
‘Dewlet teşwîq dike’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayşe Ozdamar der barê mirina biguman a Fatma Nur Çelîk û keça wê Hîfa Îkra de axivî û got îhtîmala ku ew berbi întîxarê ve hatibe birin jî qetilkirin e û wiha got: “Aliyê bi êş yê bûyerê ev e ku Fatma Nur Çelîk digot ‘ewlehiya canê min tune ye.’Em bi her wesîleyê dibînin ku li vî welatî edalet tune ye. Qetilkirin bi aşkera tên kirin. Li aliyê din dosyayên Epsteîn hene. Gelo çi cudahî di navbera van de heye? tuneye. Her du alî jî heman tiştî dikin. Yek tiştekî din bi kar tîne, li van weqfan îslam tê bikaranîn, dibêjin ahlaq.Lê ev bûyer ji hev cuda nînin. Dewlet jî çavên xwe vekiriye temaşe dike. Li gorî min ev teşwîqkirin e.”
 
‘Di temenê biçûk de zewac, girêdayê pergala perwerdê ye’
 
Ayşe Ozdamar daxuyakirin ku pêşiya zewacên di temenê biçûk de vekirin girêdayê pergala perwerdehiyê ye û wiha domand: “Li derve di bin navê perwerdehiyê de, li malê perwerde anîn rojevê û vê rêjeya çûna dibistanê ya zarokên keç girt. Gelo ev zarok çi dixwînin?di temenê biçûk de tên zewicandin. Weqfên wisa  bi qanûnên dewlet derdixe piştgiriyê digirin.”
 
‘Sazî û kesên berpirs, berpirsyarî ji ser xwe avêtin’ 
 
Ji Platforma Em Bi Hev re Xurtin a Denîzliyê Elîf Kavîlî jî  da zanîn ku Fatma Nur Çelîk demek berê diyar kiriye ku wê heta 5’ê Çile de nemîne û tehîdên kuştinê yên girtibûn bi rayagiştî re parve kiribû. Elîf Kavîlî ev nirxandin kir: “Li vî welatî jin û zarok bi aşkera tên qetilkirin. Kes û saziyên berpirs jî berpirsyariyê ji ser xwe davêjin. Fatma Nur Çelîk 3 sal bû têdikoşiya, li edeletê digeriya. Ji bo dengê xwe bide bihistin li ber edliyê nobet digirt. Tevî van gumanbar Aydin Şenguler li derve digeriya. Tevî vê wezareta xizmetên malbat û civakî  derewên xwe domand. Gotin Fatmanur dermankirina keça xwe red dike. Lê em êdî van derewên wan baş dizanin.Em jibîr nakin, rayedarên saziyan çûn mala Fatma Nur Çelîk tehdîdên ‘em ê zarokê ji destê te bigirin’ kirin. Tarîkat û cematan pêşî li mafê jiyan û hiqûqê girtin.Di dilê jinan de êş û hêrsa hezaran salî heye. Em jin ancax ji hev re dibin derman û çare. Wkê din kes nabe derman û çare. Divê em li dijî vê tarîtiya rêxistinirî têkşoîna jina bilind bikin.”
 
Atkîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Adiyaman jî diyar kir ku demek dirêje bûyerên tarîkatan di rojeva Tirkiyeyê de ne û rêxistinên wisa bi taybet ji ser jin û zarokan xwe didin meşandin û got: “ Mînaka Fatma Nur Çelîk û keça wê Hîfa Îkra ya herî şênber e.Qêrîna Fatma Nur û zaroka wê  heman demê de têkoşîna li dijî tarîtiyê bû. Têkoşîna wê bi nirx bû. Em hemû şopdarê têkoşîna wê ne.”