Pirtûkxaneya Berhemên Jinan bû navnîşana nû ya jinan

  • 10:55 12 Adar 2026
  • Çand û Huner
AMED - Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ku sala borî ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatiye vekirin, di demek kin de bûye navendeke girîng û jîndar ji bo jinên bajêr.
 
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ku sala borî ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatiye vekirin, di demek kin de bûye navendeke girîng û jîndar ji bo jinên bajêr. Ev pirtûkxane bi armanca ronîkirina berhemên nivîskî û devkî yên jinan, derxistina ramanên wan ên di dîrokê de hatine tepisandin û nîşandana nirxên afirîneriyê yên jinan, gelek xebatên bi qîmet pêk aniye.
 
Pirtûkxane di Parka 75’an de hatiye vekirin û niha zêdetirî 1.100 berhem tê de hene. Di nav van berheman de lêkolîn, roman, kurteçîrok, helbest, nirxandin, kovar û berhemên klasîk bi zimanên Kurdî û Tirkî cih digirin.
 
Çalakiyên hunerî û çandî yên dewlemend
 
Di seranserê salê de pirtûkxane bûye cihê gelek çalakiyên rengîn; atolye, pêşangeh, semîner, nîşandana fîlman, panel, rojên îmzekirina pirtûkan û xwendina helbestan. Ev çalakî bi taybetî ji hêla kesên ku li ser dîroka jinan, têkoşîn û mafên jinan dixwazin lêkolîn bikin, bi dilgermî tên serdanê û tevahî çalakiyan ji aliyên Jinan ve hatiye amade kirin û rêvebirin.
 
Em ê saziyên jinan zêde bikin
 
“Em bi prensîba hebûn û azadiya jinan û veguherîna civakî bawer in. Ji ber vê yekê me Pirtûkxaneya Berhemên Jinan wek qadeke bêhempa ji bo jinan ava kir. Emê di demên pêş de jî hewl bidin ku hejmara saziyên bi vî rengî zêde bikin û xebatên xwe yên li ser bingeha jinan û veguherîna civakî bidomînin.”
 
Ev pirtûkxane li Peyasê ne tenê cihê pirtûkan e; bûye navendeke jiyanî ya têkoşîn, afirînerî û xurtkirina dengê jinan.