Ji bo piştgiriya bi YPJ'ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin
- 12:46 24 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo piştgiriya YPJ’ê çalakî hatin lidarxistin.
Di 22 û 23’yê Gulanê de, li herêma Tolîma ya Kolombiyayê ji bo naskirina şoreşa jinên Kurd çalakî hatin lidarxistin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî ji hêla Weqfa Yapawaira û navendên wê yên jinan ve hate lidarxistin.
Di axaftinan de behsa girîngiya rêxistina xweser a jinan, hebûna dijminê hevpar (zîhniyeta baviksalar) û îlhama ku ji prensîbên îdeolojiya rizgariya jinan hatî girtin, hate kirin. Her wiha li ser girîngiya parastina destketiyên jinên Rojava û bi taybetî jî yên YPJ'ê nîqaş hate kirin.
Pêşniyara ji Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê bal kişand û beşdaran nêta xwe ya dewamkirina kûrkirina diyalogê di wê çarçoveyê de nîşan dan.
Di çalakiyan de ku 2 rojan dewam kir, dîmenên ji bo tevlîbûna kampanyaya “Em hemû YPJ’î ne” hatin kişandin.







