Rojnameger Safiye Alagaş berat kir 2019-10-22 13:58:44   AMED - Mudura Nûçeyan a Ajansa me Safiye Alagaş ji doza ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dihat darizandin berat kir.    Ji ber gilîkirina Saziya Teknolojiyên Zanyariyê (BTK) a derbarê nûçeyên hatine weşandin de, li Mudura Nûçeyan a Ajansa me Safiye Alagaş a JINNEWS'ê bi idiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû destpêkirin. 4'emîn rûniştina doza ji ber nûçeyên hatibûn weşandin hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Rojnameger Safiye Alagaş û Parêzer Pîrozhan Karali li rûniştinê amade bûn. Hempîşeyên Sariye jî ji bo piştgiriyê beşdarî rûniştinê bûn.    Safiye li dijî Mutaalaya Dozgeriyê xwe parast û xwest bê beratkirin. Parêzer Pîrozhan Karali jî anî ziman ku muwekîla wê ji naveroka her nûçeyê ne berpirs e û xwest berat bibe.    Piştî navberê heyeta dadgehê bi hinceta hêmayê sûcê zagonî yê "propagandaya rêxistinê" nehatiye avakirin biryara berata Safiye da.