Remziyeya hatiye qetilkirin ji qereqolê paş ve hatiye şandin 2021-07-13 15:10:51     AMED - Rûniştina Veysi Yoldaş ê Remziya Yoldaş qetil kir hat dîtin. Şahidan diyar kirin ku Remziye çûye qereqolê da ku gilî bike lê belê ji qereqolê paş ve hatiye şandin û polîsan jê re gotine:"Li çara serê xwe binêre."   Di 28'ê Tebaxa 2020'î de li Kuçeya Aziziyê Veysi Yoldaş, Remziye Yoldaş qetil kir. 2'yemîn rûniştina doza Veysi Yoldaş jê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de parêzerên malbatê Nida Baltali, Diren Elif Vurgun, Behzat Ateş, li ser navê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eylul Oztekin, li ser navê Navenda Mafê Jinê ya Baroya Amedê Zelal Erdemci, Wekîla Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê parêzer Turhan Bagriyanik, bersûcê girtî Veysi Yoldaş, parêzerê wî û şahid amade bûn.    Rûniştinê bi parastina bersûc Veysi Yoldaş dest pê kir.    Piştre bavê Remziyeyê Ahmet Tura mafê axaftinê girt û diyar kir ku Veysi gef li wan jî xwarine û got Remziye çûye qereqolê lê belê polîsan jê re gotine; Li çara serê xwe binêre û piştî Veysî hatiye dikana wan û ew tehdît kirine 3 roj şûnde keça wî qetil kiriye. Dayika Remziyeyê Sevile Tura jî diyar kir ku gefa kuştinê li keça wê dihat xwarin û tevî ku ew li qereqolê geriyane jî kes ji qereqolê nehatiye.    Meqama îddiayê biryara berdewamiya girtina Veysi da û rûniştin taloqî 4'ê Mijdarê hat kirin.