Bibîranîna 10'ê Cotmehê: Em ê nehêlin dosyaya komkujiyê bigirin 2021-11-10 14:34:09     ENQERE - Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ya di bibîranîna ji bo kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan axivî wiha got:"Dê di 24'ê Mijdarê de doza dewam bike û em ê eywanê tije bikin. Em ê nehêlin dosyaya komkujiyê bigirin."   Di meha 73'emîn de li Gara Enqereyê, ji bo qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin. Xizmên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji bo qurbaniyan rêz hat girtin û dirûşma "10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin" hat berzkirin. Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Çoşkûn, di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji bo bîrdarî li pêşiya garê bê çikandin bi israr in.    Mehtapê, di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku polis di çalakiyan de li xizmên qurbaniyên komkujiyê dikin û got ku wê destûrê nedin girtina doza ku derbarê komkujiyê de didome.