Hinceta cezayê 30 salan ê hatiye birîn: Nepoşmanî û têkoşîn 2021-11-11 10:12:07     Şehriban Aslan   AMED - Dadgehê biryara xwe ya bi hincet a derbarê cezayê 30 salan ê li Berdevka Demê Ayşe Gokkan hat birîn eşkere kir.    Bi îdiaya "Rêvebertiya rêxistinê","Endamtiya rêxistinê" li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê di 20'ê Cotmehê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mafê parastina bi zimanê dayikê yê Ayşe Gokkan hatibû astengkirin. Ji 'endamtiya rêxistinê' 30 cezayê girtîgehê li Ayşeyê hatibû birîn. Dadgehê biryara xwe ya bi hincet eşkere kir.    Çalakiyên hatin kirin wekî 'propagandaya rêxistinê' hesibandin   Beşdariya Ayşeyê ya ji bo daxuyaniya derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Gotina "Kurdistan" a Ayşe Gokkan a li daxuyaniya ji bo şermezarkirina "zagona înfazê û tundiya li ser jinê" ya ji aliyê TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê di 16'ê Gulana 2020'î de li Yenişehira Amedê hat dayin jî di nava hinceta bi biryar de cihê xwe girt. Her wiha di biryarê de hat gotin çalakî "bi armanca propagandaya rêxistinê" hatiye kirin.    Her wiha di biryarê de endamtiya Ayşeyê ya Komeleya Jinê ya Rosayê wekî "îllegal" hat dîtin û pankarta "Li dijî tundiya mêr û dewletê rabe û bila çavên te li te bin" sûc hat hesibandin.    Konê çareseriyê yê bi girtina destûrê hatibû vedan sûc hat hesibandin   Di 2011'an de dema Ayşeyê Seroka Şaredariya Nisêbînê bû di çarçoveya bêîtiatiya sîvîl de "Konê Çareseriya Demokratîk" hatibû vedan û hat gotin di vî konî de "Propagandaya rêxistinê" hatiye kirin. Her wiha ji vê dosyayê Ayşeyê berat kiribû û dadgehê jî ev îtiraz qebûl kiribû. Ayşeyê di rûniştina "Konê çareseriyê" de diyar kiribû ku ev kon bi destûra walî û qeymeqam hatiye vedan.    Komeleyên zagonî îllegal hatin dîtin   Her wiha gotinên Ayşeyê yên li dijî êrişên li ser Efrînê û nepoşmaniya wê wekî sûc hat dîtin. Beşdariya Ayşeyê ya daxuyaniyên hatine dayin, axaftinên wê, faliyetên wê yên KCD'ê, endamtiya wê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinê ya Rosayê yên bi destûra walîtiyê hatin vekirin wekî hincetên cezayê hat dayin hatin nîşandan.    Heyeta Dadgehê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" 12 sal, dîsa bi sûcê "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh, bi sûcê "alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" 7 sal û 6 meh, bi sûcê "propagandaya rêxistinê" 3 sal ceza li Ayşeyê birî. Heyetê bi tevahî 30 sal ceza li Ayşeyê birî.