Doza Rojnemaeger Kîbriye Evren hat taloqkirin 2021-11-11 11:50:19     AMED - Di daneşîna Doza ku Kîbriye Evren jê tê darizandin de heyeta dadgehê, bi hinceta temamkirina kêmasiyên di dosyayê de doz taloq kir.    14'emîn daneşîna doza ku Rojanameger Kîbriye evren bi îdaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" jê dihat darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kîbriye tevli daneşînê nebû, parêzerên wê Pîrozhan Karali û Resul Temur amade bûn.   Parêzerên ku parastin kirin xwestin ku qedexeya derbarê Kîbriye ya derketina dervê welat bê rakirin.   Heyeta ku daxwaza parêzeran a bila qedexeya derketina dervê welat a li ser Kiberiye bê rakirin red kir, xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û doz talaoqî 24'ê Sibata 2022'yan kir.