3 ciwanên HDP'yî hatin tehliyekirin 2021-11-12 16:20:49     WAN - 3 ciwanên HDP'yî ku di 16'yê Tebaxê hatibûn girtin,  bi biryara navberê ya dadgehê hatin tehliye kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de di 13'ê Tebaxê de bi serdegirtina malan 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin Endamên Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rojîn Varhan, Ferhat Azan û Çetîn Temel di 16'ê Tebaxê de hatin girtin.     3 kesên ku ev 3 meh in li girtigeha tipa F a Wanê tên girtin, bi biryara navberê ya dadgehê hatin tehlîyekirin.