9 kes hatin girtin 2021-11-15 15:47:02   AMED - Li Amedê, 9 siyasetmedar û sendîkavanên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê jî di nav de 19 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn.    Lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi dawî bû û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Şeyhmus Yavuz bi şerta kontrola edlî, Şehrat Uyanik jî bi şerta ku mala xwe terk neke serbest hatin berdan.    Endama Dayika Aştiyê Nazîfe Yîgît hat girtin. Her wiha navên kesên ku hatin girtin wiha ne: "Yasemîn Akengîn, Mehmet Asana, Mehmet Suslu, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Huseyîn Baran, Mehmet Şakîr Demîr, Nasir Yentar û Omer Fîlîtoglu.”   Li dadgehê hêj îfadeya 8 kesan jî tê girtin.