Danişîna doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin 2021-11-30 11:30:59     WAN - 6'emîn danişîna doza Sevîl Rojbîn Çetin îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê carek din danişîn taloqê 17'ê sibata 2022'yan kir.    Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn, di 27’ê hezîrana 2020'an de li Amedê di dema serdegirtina mala wê de bi kûçikan hate îşkencekirin û piştre hat girtin. Îro 6'emîn danişîna doza wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Malbata Rojbîn, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û hevşaredara Erdîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Yildiz Çetin û gelek kes tevlî danişînê bûn.    Rojbîn Çetîn ji Girtîgeha Tîqa D a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û bi kurdî parastina xwe kir. Rojbîn di parastina xwe de îdiayên ku hatî kirin red kir û daxwaza tehliyeya xwe kir.    Parêzer Ekîn Yeter parastina Rojbînê kir û îdiayên ku hatî kirin red kir û daxwaza tehliya wê kir.    Piştî parastinê heyeta dadgehê danişîn taloqê 17'ê sibata 2022'yan kir.