Li girtiya nexweş Muhlîsê cezayekî din ê girtîgehê hat birîn 2021-12-02 11:31:07       ENQERE - Li girtiya nexweş Muhlîsê Karaguzel a  ku di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de tê girtin bi îdaya ku di 2013'an de tevli cenazeyê gerîlayê HPG'ê bûye û "propagandaya rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê din ê hepsê hat birîn. Muhlîse bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 8 sal û mehek ceza xwaribû.   Li girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dimîne bi îdaya ku tevli merasîma cenazeyê şervanê HPG'ê yê di 2'yê Tebaxa 2012'an de jiyana xwe ji dest da bibû ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Gran a Muşê ve bi îdaya "progandaya rêxistinê kiriye" 10 meh ceza hat birîn.   'Li gel ku nexweş e jî nayê berdan'   Li Muhlîse ya ku dema hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Muşê dikir hat girtin berê jî bi îdaya "propagandaya rêxistinê" kiriye 8 sal û mehek cezayê hepsê hatibû birîn. Muhlîse ya ku gelek nexweşiyên wê hene û li girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye nayê berdan.  Muhlîse ya ku di warê dermankirinê de pirsgirêk j êre tên derxistin dema ku ji bo dermankirinê çûbû nexeşxaneyê jî muayeneya li gel kelepçê lê hatibû ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kiribû.