Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê: Em ê pêvajoyê bişopînin 2024-10-16 13:33:12     WAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê piştî ku cenazeyê Rojîn Kabaiş hat dîtin, daxuyaniyek da û got, "Em pêvajoya lêpirsînê dişopînin."   Cenazeyê Rojîn Kabaiş a 21 salî ya xwendekara pola yekemîn a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yıl (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê ya Pêşdibistana ku li Taxa Mollakasimê piştî 18 rojan li Wanê hat windakirin cenazeyê wê hat dîtin duh şev piştî otopsiyê radestî malbata wê hat kirin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê têkildarî keşfa Rojîn li ser hesabê X (Twittera berê) daxuyaniyeke nivîskî weşand.   'Cenazeyê Rojîn anîn Saziya Tiba Edlî'   Navenda Mafê Jinan a Baroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan roja Sêşemê 15’ê Cotmehê serdana malbata Rojîn a li kampusê kirine û ev tişt gotin: “Cenazeyê Rojîn ê bê can li peravê Gundê Mollakasimê 15-20 km dûrî cihê eşyayên wê ji aliyê karkerekî ve hat dîtin. Piştre li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin û cenazeyê Rojînê anîn Saziya Tipa Edlî. Tevahiya pêvajoyê ji aliyê me ve hat şopandin. Di encama hemû muzakereyên me de dozgeriyê li ser navê malbatê destûr neda em tevlî otopsiyê bibin; Daxwaza me ya ku tenê bijîşkek pispor hebe hat qebûlkirin.”   'Em ê heta dawiyê pêvajoyê bişopînin'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nusxeyek ji rapora destpêkê ya di encama otopsiya 8 saetan de hatiye amadekirin nehat parvekirin û ji ber biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de agahî nehat dayîn.Vê fikra ku mirina Rojîn bi guman e xurtir kir. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê heta dawiyê pêvajoyê bişopînin. Di hevdîtinên xwe yên li gel dozgeriyê de me kêmasiyên dosyayê bi israr anîn ziman; Lê belê dozgeriyê der barê dosyayê de agahiyên berfireh neda."   'Gotin ji bo muayeneyê telefon şandine Enqereyê'   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di hevdîtina bi dozger re ya di 1’ê cotmehê de hat kirin de hat ragihandin ku dê roja din kûçikên lêgerînê tev li xebatê bibin. Di heman rojê de li ser pirsa gelo telefona Rojîn hatiye lêkolînkirin an na, dozgeriyê got ku dê roja din telefon bê lêkolînkirin. Dema di 9’ê Cotmehê de dîsa heman pirs hat kirin, dozgeriyê diyar kiribû ku telefon ji Enqereyê re hatiye şandin û agahiyên berfireh nayên dayîn. 8 roj in telefon nehat vekirin û muayenekirin. 11’ê Cotmehê roja Înê, piştî agahiya ku laçika Rojînê li qeraxa Gola Wanê hatiye dîtin, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve li ser medyaya civakî parvekirin, dîsa bi dozgerê dozê re hevdîtin pêk hat. Lê belê dozger diyar kir ku ji ber ku di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye, nikarin ti agahiyan bidin. Piştî vê pêvajoyê destûr hat dayîn ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê beşdarî xebatên lêgerînê bibin.”