Îdianameya rojnameger Melîke Aydin hat qebûlkirin 2024-10-30 18:31:35   ÎZMÎR - Rojnameger Melîke Aydin ku bi hinceta nûçeyê çêkiriye ev 8 mehe di hepsa malê de tê girtin, îdianameya der barê wê de hatibû amadekirin hat qebûlkirin. Yekemîn runiştina dozê wê di 10’ê Sibatê de li 13’emîn Dadgeha Ceza Giran bê dîtin.   Li Îzmîrê di 12’ê Sibatê de polîsan bi ser nûçegîhana ajansa me Melîke Aydin, rojnamegerên MA’yê Semra Turan, Tolga Guney, Delal Akyuz û  xebatkara çapemeniyê yê DEM Partiyê Funda Akbulut de hatibû girtin û hatibûn binçavkirin.Der barê rojnamegera me Melîke Aydin de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û îdianamey adozê ji aliyê 13’emîn dadgeha Ceza Giran ve hat qebûlkirin Runiştin wê di 10’ê Sibata 2025’an de bê dîtin.