Danişîna doza çeteyên fuhûşê li Colemêrgê hat dîtin 2024-12-04 17:04:35     COLEMÊRG - Di duyemîn danişîna doza der barê çeteyên tiryak û fuhûşê yên ku ajansa me anîn rojevê ya Ayşegul A. de destûr nedan temaşevan û parêzer biçin salonê.  Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di daxuyaniya piştî danişînê de axivî û got: "Tiştên li vir diqewimin nayên lêkolînkirin. Çima bêdeng bimînin? Di vê rûniştinê de me dîsa durûtiya hikûmetê dît."   Piştî dosyeyên nûçeyan ên bi sernavê “Şerê Taybet ê li Colemêrgê” ku di 18-19-20’ê Îlonê de li Colemêrgê ji aliyê ajansa me ve hatin weşandin, bi hefteyekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve der barê Ayşegul A. ya ku weke pêşenga tiryakê tê naskirin di 27'ê Îlonê de îdianame hat amadekirin.   Piştî qebûlkirina îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê der barê kiryar Ayşegul A. de hat amadekirin, duyemîn danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Colemêrgê hat dîtin.   Rêveberên Komeleya Jinan a Star, Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wan û Colemêrgê û Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal beşdarî rûniştinê bûn. Ji ber ku danişîn girtî bû destûr nedan beşdaran bikevin salona dadgehê.   Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpê kir de, kiryar Ayşegul A. îdia red kir û got, "Bi rêya çapemeniyê ez hedef têm nişandan. Ez vê yekê qebûl nakim."   Dayika P.K. N.O. ya ku bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû got, "Bi darê zorê tiryak hînê keça min kirin. Li keça min xistin û mexdûr kirin. Ayşegulê keça min mexdûr kir. Li ser medyaya civakî dîmenên keça min parvekirin."    Piştî şandeya dadgehê danişîn taloqê 12'yê Adara 2025'an kir.    'Çima bêdeng bimînin?'   Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal piştî danişînê daxuyaniyek da û got: “Em îro li Edliyeya Colemêrgê ne. Di vê danişînê de bi zelalî tê dîtin ku li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet ciwan di nava çi rewşê de ne. Ji roja ewil ve em li ser meclîsên jinan û mafên zarokan bi mijara 'Li Colemêrgê çi diqewime' xebatên xwe dimeşînin. Van polîtîkayan ciwan û jinan ber bi çi ve dibe? Hemû guhên ku li vir diqewimin hatin girtin. Tişta li vir diqewime nayê lêkolîn kirin. Çima bêdeng bimînin?    Di vê rûniştinê de me dîsa durûtiya hikûmetê dît. Ligel ku her parêzerek dikare tev li her danişînê bibe, destûr nehat dayîn ku parêzer beşdarî vê danişînê bibin. Ev rewş ne rewşeke normal e. Hem gelê Colemêrgê hem jî gelê Kurd dizane ku li vir destekî qirêj heye.    Em banga ronîkirina tiştên qewimîn dikin. Em ê vê dozê bişopînin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet gelê xwe û ciwanên xwe biparêzin."