Rojnameger Melek Avci beraet kir 2025-04-29 11:41:28     ENQERE - Li dijî nûçegihana me Melek Avci bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Derbarê Melek Avci de biryara beraeta wê hate dayîn.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî nûçegihana me Melek Avci bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" lêpirsînek da destpêkirin û di 6'ê Îlona 2024'an de ji bo îfadeyê gazî dadgehê kir. Îdîanameya ku piştî lêpirsîna li dijî Melek Avci, ku li qereqola polîsan îfade da, hatibû amadekirin, ji aliyê 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Rûniştina dawî ya doza ku Melek Avci tê de dihat darizandin, li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.   Melek Avcı beşdarî danişînê nebû, lê parêzerên wê Şevîn Kaya ji Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) beşdar bûn.   Piştî beyanan, dadgehê biryara beraeta Melek Avci da.