Doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin 2025-09-11 13:18:39   AMED - Darizandina aktivîsta TJA û Hevşaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê dîsa biryar da ku Ayşe Gokkan girtî bê darizandin û doz taloq kir.    2'yemîn danişîna doza aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan li 9'emîn dadgeha cezayên giran a Amedê hat dîtin. Ayşe Gokkan bi kurdî parastin kir û beraeta xwe xwest. Lê heyeta dadgehê dîsa daxwaza Ayşe Gokkan û parêzeran red kir û biryara berdewama girtina wê da û doz taloq kir. Doz dê di 30'ê Kanûnê de bê dîtin.