Rûniştina doza Bêrîvan Kûtlû hat taloqkirin 2026-01-29 12:23:46   AMED - Rûniştina doza rojnameger Bêrîvan Kûtlû, hat taloqkirin.     Ji ber parvekirinên têkildarî erdheja Mereşê ya li ser medyaya dîjîtal a rojnameger Bêrîvan Kûtlû doz lê hatibû vekirin. Duyemîn rûniştina dozê îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin    Bêrîvan Kûtlû tevli rûniştinê nebû. Parêzer Resûl Temûr li rûniştinê amade bû   Dozger ji bo amadekirina mutalaayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û doz taloqî 14'ê Nîsanê saet 10.00'an hat kirin.