Derbarê kesên Sema Bingol kirin hedef biryara neşopandinê hat dayin 2026-10-06 15:32:23   ENQERE - Li dijî dezgehên medyayê yên nêzîkî hikûmetê yên ku rojnamevan Sema Bingöl û malbata wê hedef girtine, biryara neşopandinê hat dayîn.   Derbarê giliyê rojnamevana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bingol de, ku dema li Enqereyê bîranîna Ethem Sarisuluk dişopand, êriş lê hat kirin û piştre hat binçavkirin û piştre hat berdan, li dijî dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê Akit, Ensonhaber û Postaya Diriliş hatiye vekirin, biryara neşopandinê hat dayîn.   Wê îtiraz bike    Parêzerên Sema Bingol diyar kirin ku ew ê li Dadgeha Sulhê ya Nobedar a Enqereyê îtîrazê li dijî biryara dozger bikin.