Li dijî şîdeta mêr parastina cewherî kir bi muebetê tê darizandin! 2018-01-11 09:05:06   AMED - Emîne Turk di temenê biçûk de hat zewicandin û ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve rastî îşkenceya sîstematîk hat. Emîneyê li dijî mêrê îşkence pê dikir parastina cewherî pêk anî û niha bi daxwaza cezayê muebetê tê darizandin. Emîne ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, berî rûniştina biryarê ya di meha Adarê de tê dîtin, piştevaniyê ji jinan dixwaze.   Emîne Turk a 41 salî ku li Êlihê dijiya, di 15 salî de bi zorê hat zewicandin. Emîne bi mêrê navê Sîracettîn Turk re di bin navê zewacê de neçar ma bijî û 25 salan rastî şîdetê hat. Emîneyê di encama îşkenceya dît de bi dehan carî rapora derbkirinê girt û ewil serî li dozgeriyê da. Biryara dûrxistinê dan mêr û Emîne vegerya cem malbatê. Emîne her carê hat dûrxistin û dîsa ket nav lepê îşkenceyê.   Mafê parastina cewherî bi kar anî   Emîne herî dawî di 20’ê Gulana 2016’an de rastî şîdeta Sîracettîn hat û Emîne reviya mala cîranan. Emîne çar rojan li mala cîranan dimîne û piştre diçe Amedê cem birayê xwe. Piştî tê Amedê ji ber êşa ji ber lêdanê rakirin nexweşxanê û raporek girt û çû qerekolê. Lê tedbîr nehat girtin. Sîracettîn ê ji vê cesaret girt çû mala ku Emîne lê dimîne û tehdîd û gotinên zayendperest lê kir. Emîne ya li dijî îşkence û şîdetê têk çûbû, mafê xwe yê parastina cewherî pêk anî û Sîracettîn kuşt û teslîmî polîs bû.   Ewil hat tahliyekirin   Emîne ya hat girtin di dema lêpirsînê de got ‘di bin tehrîka giran de sûc kiriye’ û dadgehê biryara tahliyeyê da. Îdianameya doza ku ji sûcê ‘ji qestî kuştina hevjîn'  ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Birayê Emîneyê, Mehmet Sanî jî ji sûcê ‘bi tevgera îhmala ji kesî kes kuştin’ tê darizandin.   Tiştên jiya vegot   Emîne ya di celseya yekem a dozê de girtî nehat darizandin, parastina xwe kir. Emîneyê diyar kir ku hevjînê wê her tim bi sînîr bûye, li wê û zarokên wê îşkenceya sîstematî kiriye û jiyana xwe ya bi îşkenceya 25 salan derbas bûye vegot. Emîneyê di îfadeyê de got armanca wê ne kuştin bû lê ji ber ew û birayê wê rastî tehdîda mirinê hatine, parastina cewherî bi kar aniye.   Ji nû ve hat girtin   Merciya dadgehê di rûniştina 5’emîn de mutala da û ji bo Emîneyê daxwaza cezayê meubetê kir. Merciya dadgehê derbarê Emîne û birayê wê de ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’ daxwaza cezakirinê  kir.  Di rûniştina 6’emîn a Gulana 2017’an de hat dîtin de daxwaza girtina Emîneyê hat kirin. Emîne ya tevlî rûniştinê bûbû hat girtin û ji birayê wê  Mehmet Sanî de jî biryara girtinê hat derxistin.   Hemû delîl hatin pêşkêşkirin   Parêzerên Emîneyê parastinên xwe yên berê dubare kirin û diyar kirin ku cebîr, şîdet û tahrîka bêmaf heye û muvekîla wan bi qestî tevnegeriyaye. Parêzeran da zanîn ku Emîneyê mafê parastina cewherî bi kar aniye û hemû delîl pêşkêşî polîs kirine.   Rûniştina biryarê ya dozê di meha Adarê de tê dîtin. Emîne ya li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, beriya rûniştina biryarê ya di meha Adarê de dê bê dîtin, piştevaniyê ji jinan dipê.