Fîgen Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
- 14:23 11 Sibat 2021
- Hiqûq
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî ku derbarê rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul de daxuyanî dabû bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin hat beraetkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin bi boneya derbarê girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul de daxuyaniya nivîksî dabû bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Fîgen Yuksekdag li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Enqereyê hat lidarxistin.
Fîgen bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Kandirayê beşdarî danişînê bû û û parêzerên wê Kenan Maçoglû, Gunizî Satar û Rûken Tulagac û her wiha parêzerê Serokkomar Tayyîp Erdogan, Samî Kabadayi beşdarî danişînê bûn.
Dadgehê destûr neda parlamenter û rêveberên HDP’ê beşdarî danişînê bibin. Piştî tespîta nasnameyê 8 rûpel parastina Fîgen a nivîskî li dosyeyê hat zêdekirin.
Piştî parastina parêzer û Fîgen şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Yuksekdag de biryara beratê da.