Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê Fatma Arşîmed birî
- 14:34 3 Adar 2021
- Hiqûq
ANTALYA - Bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê, Dadgeha Antalyayê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Peyasê ya berê Fatma Arşîmed birî.
Danişîna biryarê ya doza Hevşaredara Peyasê ya DBP’ê ya berê Fatma Arşîmed ku bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” negirtî dihat darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Antalyayê hat lidarxistin. Danişîn duh hat lidarxistin. Fatma û parêzerê xwe Ramazan Gokalp beşdarî danişînê bûn.
Dozger xwest Fatma bi heman îdiayê were cezakirin. Arşîmed parastina xwe kir û diyar kir ku xebatên wê birêve birine di çarçoveya partiya siyasî de bûne û xwest were beraetkirin. Parêzer Ramazan Gokalp jî xwest miwekîla wî were beraetkirin.
Şandeya dadgehê daxwaza parêzer û miwekîla wî red kir û li ser daxwaza dozger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Fatma Arşîmed birî.