Ji ber negot ez poşman im, daxistina ceza pêk neanîn

  • 09:03 9 Adar 2021
  • Hiqûq
AMED - Helîn Yapici ji doza Sûrê dihat darizandin. Dozger der barê Helînê de di mutalaya amade kir de ‘cezayê muebeta giran’ xweset û bi hinceta poşman nebûye jî got bila ceza neyê daxistin.
 
Helîn Yapici di qedexeyên derketina derve ya Sûra Amedê de asê mabû û di dema tahliyeyan de hatibû derxistin. Der barê Helînê de bi îdiaya ‘yekitiya dewletê xerakirin’ û ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û di 11’emîn runiştina dozê de dozger mutalaya xwe da.
 
Dozger muebet xwest
 
Di mutalaya ku merciya îdiayê da de der barê Helînê de bi hinceta ‘yekitiya dewletê xerakirin’ û ‘teşebuskirina kuştina kesekî ku peywira cemawerî dikir’ cezayê muebeta giran hat xwestin. Her wiha di mutalayê de hat gotin ku Helîn îdeolojiya ‘rêxistina çekdarî’ esas digire û piştî îlankirina rêveberiyên xweser a Sûra Amedê, tevî endamên rêxistinê yên din bûye, xendek kolaye û li mewziyan nobeta çekdarî girtiye û li hember hêzên ewlehiyê çalakiya êrîşa çekdarî pêk aniye. Her wiha hat daxuyakirin ku di pêvajoya darizandinê de Helînê poşmaniya xwe neaniye ziman, biryara berdewamkirina girtina wê hat xwestin.
 
‘Di îfadeyan de nakokî hene’
 
Helînê diyar kir ku belgeyên ku navê wê têde derbas dibin hene û got: “Di wan belgeyan de derbarê min de dibêjin ku ez di 10’ê Hezîrana 2015’an de tevlî rêxistinê bûme. Di nameyek din de dibêje 15 hezîran. Canan Ceylan jî got ku ez di Gulana 2015’an de tevlî rêxistinê bûme. Rûpelek ji lênûsa wê hatiye jêkirin heye. Di wir de jî tê nivîsin ku 10’ê îlona 2015’an e. Ez di Adara 2016’an de hatim girtin. Bi qasî ez fêm dikim di belgeyan de jî di îfadeyên şahidan de jî nakokî û tevlihevî heye. Ez dixwazim ev bên kontrolkirin. Canan Ceylan bi israr dibêje min di meha gulanê de li avahiya navendê dîtiye. Ez di hezîrana 2015’an de peywirdara sindoqê bûm. Ez di meha Gulanê de li zanîngehê du caran ketim ezmûnê. Ez dixwazim der barê mutalayê de bi parêzerê xwe re bêm gel hev.”
 
‘Di wan dîrokan de muwekîla min li Erziromê bû’
 
Parêzera Helînê, Cemîle Turhalli Balsak, got ne pêkane parastinê bikin, divê delîl bên komkirin û got ew wê daxwaza tahkîkata tevsî bikin. Cemîleyê diyar kir ku îfadeyên dawî yên muvekîla wê girîngin û wiha pê de çû:” Canan Ceylan şahide lê îfadeyên wê bi hemû delîlan tê rizandin. Li gorî îdiaya wê di meha Gulanê de muvekîla min di meha Gulanê de li Amedê bûye. Lê muvekîla min beyan kiribû ku wê dîrokê li Erziromê bûye. Divê dadgeh vê lêkolîn bike. Muvekîla mi ne muşahîd bû, bi awayekî fermî peywirdara sindoqê bû. Ev belge ji ifadeya şahidekê, xurtire. Muvekîla min di 7’ê Hezîrana 2015’an de li Erziromê peywirdara sindoqê ye. Îfadeya Canan eylan jî bê bingehe.”
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku muvekîla wê 5 sale bi hincetên ‘ji qestî kuştina kes’ û ‘xerakirina yekitiya dewletê’ girtî tê darizandin û got: “Beriya 2004’an ev di Destura Bingehîn de jî di TCK’ê de jî, beramberê vê darvekirin e. Muvekîla min bi tehdîdeke giran a cezayê re rû bi rû ye. Divê mafên parastina muvekîl neyê sînorkirin. Wek me gelek caran gotiye, di xala 5’emîn a AÎHS’ê de şertên girtinê tên vegotin. Di 19’emîn xala Destura Bingehîn de jî pir zelale. Em dibêjin ku tu dadgeh li gorî şertên Destura Bingehîn û AÎHS’ê tevnagere. Di van xalan de şertên girtinê hatine diyarkirin.”
 
Cemîleyê destnîşan kir ku der barê bi sedan kesî de ne li gorî usulê teşhîs hatiye kirin û yên ev teşhîs kirine jî kesên ji poşmaniyê fêde girtine. Cemîleyê diyar kir ku Canan Ceylan ji vê rewşê re mînake û got wê giliyê xwe li HSK’ê bike û heyeta dadgehê red kiriye.
 
Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Helînê da û runiştina din taloqî 11’ê Adarê kir.