‘Redkirina daxwaza tevlîbûna me polîtîk e’

  • 09:03 20 Adar 2021
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Hatîce Demîr redkirina tevlîbûna dozên jinan ya Navenda mafê Jinan a Baroya Amedê nirxand û got: “Di sûcên ku jin mexdûr dibin de, dema jin hesabê vê dipirsin, pir nerehet dibin. Di pêvajoya dawî de em vê pir zêde hîs dikin.”
 
Desthilatdarî û daraz tevî ku çareseriyekê ji şîdeta mêr re nabîne, pêşî li  saziyên ku çareseriyan pêk tînin, jî digire. Ev astengî piranî bi dozên şîdetê ku jin hedef tên girtin, tê rojevê. Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî daxwaz kiribû ku tevlî dosyayên kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan bibe, lê mixabin daxwaza wan hat redkirin. Mînaka vê jî di dosyayên Denîz Ketîr û Melek Aslan yên li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê birayên wan ve hatibûn qetilkirin de hat dîtin.
 
Endama Navenda Mafê Jinan parêzer Hatîce Demîr, got redkirina tevlîbûnê, biryarek polîtîk e.
 
‘Armanca me pêşîgirtina şîdetê ye’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, hewl didin ku tevlî dosyayên qetilkirina jinan û şîdeta li ser jinan bibin û wiha got: “Di paranî daxwazên me yên tevlîbûnê de redkirin tê jiyîn. Hinceta wan jî ev e ku ji sûc zirar nedîtine. Em dibêjin ku dosya hemû zayenda jinê hedef digire. Em îfade dikin ku ji bo hemû jinan tehdîdê diafirîne, di civakê de înfalê diafirîne û ji bo têkoşînê jî divê bi rêxistinên jinan Û STO’yan re tevger hebe, polîtîka bê pêşxistin. Ji ber vê jî em dibêjin ku em ji sûc zirarê dibînin.”
 
‘Di qanûnan de mafê tevlîbûnê heye’
 
Hatîceyê her wiha bi lêv kir ku di hinek dosyayan de tevlîbûna wan tê qebûlkirin lê di dosyayên krîtîk de nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Bêguman ev polîtîk e. Di sûcên ku jin mexdûr dibin de dema jin hesabê vê dipirsin pir nerehet dibin. Em di van demên dawî de pir zêde hîs dikin. Li dijî jinên di vê qadê de dixebitin gotinên nefretê hene. Marjînalkirin û dijminkirina jinan mijara gotinê ye. Ev nêrîn rast e rast bador li ser qada xebata me dike. Lê hem di peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmzekirine û hem jî di hiqûqa hundir de mafê mudaxîlbûnê heye lê ev mafê me tê astengkirin. Di xala 55’emîn a Peymana Stenbolê de bi kurtasî wiha tê gotin: “Ger şîdeta li ser jinê hebe, ji bo têkoşîna li hember bûyerê, parastina mexdûr û gumanbar ceza bigire hûn dikarin bi rêxistinên jinan û STO’yan re hevkariyê bikin. Ev di xala 15’emîn a Qanûna 6284’an de jî heye.”
 
‘Bi destê desthilatdariyê kampanya reşkirinê tê meşandin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku di du salên dawî de bi destê desthilatdariyê li hember destkeftiyên jinan êrîşên mezin û kampanyayek reşkirinê ya mezin tê meşandin û ev jî raste rast bandorê li ser merciyên edlî û darazê dikin. Hatîceyê wiha berdewam kir: “Li gorî min li gorî vê helwestê polîtîkayê diyar dikin. Berê di dosyayên biryarê yên tedbîrê de me serlêdan dikir û heta 6 mehan biryara parastinê dihat dayîn. Niha mehekê didin an na. Gumanbaran li qerekolê bi jinên mexdûr re tînin gel hev. Zextê li jinan dikin û jin neçar dimînin gilî vekişînin. Jin neçar dimînin vegerin hawara şîdetê. Ev pêvajo hemû ji bo çewisandina jinan pêk tên. Armanca wan ev e ku malbata pîroz bidome.”
 
‘Dema gumanbar ji malbatê be em nikarin jinê biparêzin’
 
Hatîceyê got dema daxwaza tevlîbûnê nayê qebûlkirin ji kes vekaleta taybet digirin û dosyayê dişopînin û wiha daxuyand: “Lê mînak dosyayên Denîz Ketîr û Melek Aslan. Ji ber gumanbar ji malbatê ne, ji malbatê em nikarin vekaleta taybet bigirin. Ji ber vê jî dema tevlîbûna me ya dosyayan bê redkirin em nikarin ji bo jinan li edaletê bigerin û mafê wan biparêzin. Mekanîzmayeke me ya em bersivê bidin buxtanan namîne.”
 
‘Dosyayan ji me direvînin’
 
Hatîceyê bal kişand ser biryarên veşartî yên ji bo dosyayan tê dayîn û got bi taybet ji sala 2015’an heta niha hema hema ji bo hemû dosyayan biryara veşariyê tê dayîn û sedema vê jî ev e ku rêxistinên jinan, saziyên jinan hesap nepirsin, li ber rayagiştî neyê nîqaşkirin û ji ber vê jî dosyayan direvînin.
 
Hatîceyê ev tişt bi lêv kir: “Em ji destpêkê heta dawî bûn şopdarê dosyaya Melek Aslan. Me mînaka dosyayê xwest û em çûn cem dozger. Me got em tevlî bûne. Tevî biryara veşariyê tunebû, dozger demildest biryara veşariyê da. Dosya ji me revand.Niha jî ji ber me têkiliya vekaletê ava nekiriye ji me direvîne. Hem ji me hem ji rayagiştî direvînin. Mixabin nêrîna darazê bi giştî li ser avakirina malbatê ye. Çi şîdet bê jiyîn jî dibêjin ev mijareke malbatî ye, divê di nav malbatê de bê çareserkirin û jinan terkî mirina bêdeng dikin. Ji ber vê jî têkoşîna topyekun girîng e.”