Daneşîna doza Zelal Bîlgîn a TJA'yî hat taloqkirin
- 16:07 30 Adar 2021
- Hiqûq
AMED - Danişîna doza aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn hat taloqkirin.
Danişîna doza aktîvîsta Tevgera Jinan Azad (TJA) Zelal Bîlgîn bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Zelal beşdarî danişînê nebû û parêzer Sîdar Gumuş di danişînê de amade bû. Parêzer parastina miwekîla xwe kir û xwest dîmenên çalakiyên Zelal beşdar bûye bi hûrgulî werin deşîfrekirin.
Şandeya dadgehê daxwaza parêzer red kir û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.