4 rojnameger hatin tehliyekirin
- 14:31 2 Nîsan 2021
- Hiqûq
WAN - Piştî nûçeya 2 welatî ji helîkopterê hatin avêtin 4 rojnameger hatin girtin. 4 jê girtî darizandina 5 rojnamegeran îro dest pê kiribû. 4 rojnamegerên îro hatin darizandin hatin tehliyekirin.
Yekemîn rûniştina doza nûçegihana me Şehrîban Abî û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin dest pê kir. Rûniştin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di rûniştinê de amade bûn.
Heyeta dadgehê biryara tehliyekirina 4 rojnamegerî da.
Rûniştin taloqî 2'yê Tîrmehê hat kirin.