Doza têkildarî Feleknas Ûca hat taloqkirin
- 13:13 8 Nîsan 2021
- Hiqûq
AMED - Rûniştina doza têkildarî daxuyaniyên 2015-2016'an ên Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca kiribûn hat dîtin. Doz hat taloqkirin.
Bi hinceta daxuyaniyên di 2015-2016'an de li Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 12'emîn rûniştina dozê li 5'emîn Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Feleknasê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Feleknasê Mehmet Emin Aktar û Serdar Çelebi beşdarî rûniştinê bûn. Dosya bi hinceta guhertina heyetê bi xwendina dosyayê dest pê kir.
Doz taloqî 28'ê Îlonê hat kirin.