‘Di doza Surmî Înce de hiqûq dibin lingan de ye’
- 09:09 20 Nîsan 2021
- Hiqûq
COLEMÊRG - Parêzeran diyar kirin ku doza çawîşê pispor Alî Dalgiran ê ku Surmî Înce qetil kiribû, 5 sale didome û dadgeh hemû daxwazan red dike û gotin: “Di pêvajoyeke ku em diçin encamê de hiqûq tê binpêkirin. Ji ber vê jî polîtîka bêcezabûnê didome.”
Li bajaroka Buyukçîftlîk a Gevera Colemêrgê di 18’ê Tîrmeha 2016’an de Surmî Înce ya ku xwarin dibir ji zarokên xwe yên ku gîha diçînin, ji aliyê çawîşê pispor Alî Dalgiran ve hat qetilkirin. Der barê Alî Dalgiran ve bi sûcdariya ‘ kes kuştinê’ li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê doz hatibû vekirin. Ji 2016’an heta niha di dozê de tu pêşketin tune ye û parêzeran diyar kirin ku hemû daxwazên wan yên girtina gumanbar, kîfşkirina cihê bûyerê, daxwaza kameraya di wesayîta zirxî de hatine redkirin.
Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê dozê de nirxandin kirin.
‘Gumanbar Alî Dalgiran parçyekî pergalê ye’
Parêzerê ÎHD’ê Eren Baskin da zanîn ku di doza qetilkirina Surmî de gumanbar ne tenê Alî Dalgiran e, divê bi vî navî li dozê neyê nêrîn û got: “Li vê erdnîgariyê bi hezaran bûyerên wisa pêk hatine û bê encam mane. Tişta tê jiyîn dermirovî ye. Li vê erdnîgariyê mirovan bi guleyên nayên zanîn ji ku hatin tên qetilkirin û gumanbar bi polîtîka bêcezabûnê tên xelatkirin. Ev jî di dilê gel de birînên mezin vedike. Alî Dalgiran parçeyekê pergalê ye.”
‘Hiqûq tê binpêkirin’
Erenê destnîşan kir ku qetilkirina Surmî binpêkirina herî mezin a mafê jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Mİrovek li ber deriyê xwe ji aliyê çawîşê pispor ve bi kefî tê kuştin û li ser vê jî wekê ku tiştek nebûye peywira xwe didomîne. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev ji xwe polîtîka dewletê ye. Mixabin em di vir de nagihêjin encamekê. Di pêvajoya ku em diçûne encamekê de hiqûq tê binpêkirin. Ji ber vê jî polîtîka bêcezabûnê didome.”
‘Darizandina 5 sale didome jî mucîze ye’
Erenê daxuyakirin ku kesên bi unîforma piştî sûc dikin, zirxa parastinê dikeve dewrê û ev jî hêza dewletê ye.Erenê wiha dawî lê anî: “ Kesê bi kravat cezayê wan tê daxistin. Lê ev di esasê de ev kuştinek hêsan a bi zanebûn e. Tu cudahiya vê ji kuştina jinekê ya li metrepolên Tirkiyeyê nîne. Îro li bajêr, li ser erdan jinek bê kuştin ev qetilkirina jinê ye. Ger ku kesên bê kuştin yên merciyên dewletê bin hêzên ewlehiyê bin tên parastin. Di esasê de darizandina 5 sal e didome jî mucîze ye. Di şertên heyî de di salekê de dikaribûn biqedandina û bişandana.”
‘Hemû dijhiqûqî ji nedîtîve hatin’
Parêzerê dosyayê Necat Polat jî bertek nîşan da û got heta îro heyeta dadgehê tu daxwaza wan neaniye cih û wiha pê de çû: “Dosya çû dadgeha herêmî me wek hêvî dît. Me got wê darizandinek nû derkeve holê û ji bo me bû hêvî. Lê heyeta dadgehê wek heyeta dadgeha berê dîsa darizandin dubare kir. Me ji dadgehê xwest ku kîfş bêkirin, lêkolîna tipa edlî bê kirin û rapora kesê dizane bê girtin. Lê dadgehê got mijara kîfşê wê binirxînin. Dîmenên wesayîtê jî bo lêkolîna kesê dizane têr nekir. Lêkolînek yek alî hat kirin. Dadgeha ku got wê mijara kîfşê binirxîne, di runişta dawî de red kir. Me parêzeran daxwaza ‘reda hakîm’ kir. Daxwaz di asta nirxandinê de ye. Di vê dosyayê de tişekî ku dilê me dişewitîne heye. Gumanbar di îfadeya xwe de gotibû ‘hemû kesên di bi nêrîna min terorîst bin li wan didim’. Ev îfade li dadgehê hat gotin. Ev îfade tenê dijminahiya li hember gel nîşan dide. Gumbar hîna peywira xwe didomîne û ev tiştekî bi êş e.”
Parêzerê OHD’î Yusuf Çobangolu jî diyar kir ku di dosyayê de rewşek li dijî qanûnê heye û leşkerên divê wek gumanbar bên darizandin, wek şahid hatine guhdarkirin û wiha bertek nîşan da: “Îfadeya van leşkeran li qerolê hatiye girtin. Gumanbar wek şahid hatine guhdarkirin, vegotinên wan bi naqoqin. Mînak saetek du saet beriya bûyerê leşker dest bi operasyon dikin. Dema me kameraya wesayîtê temaşe kir dayikên ku cilên gelerî li xwe kirine 30 metre ji dûr ve tên dîtin. Ji ber vê jî nenaskirina Surmî Înce ne pêkane. Em cihê bûyerê baş dizanin. Cihê bûyerê cihekî ku seyran lê tê kirinê ye. Yanî li vê herêmê pevçûn pêk nehatiye.”