‘Ji Peymanê vekişîn tevlîbûna dozan zehmet dike’

  • 09:01 22 Nîsan 2021
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Parêzer Ebru Demîrtepe diyar kir ku ji peymana Stenbolê vekişîn tevlîbûna dozan zehmet dike û got: “Di peymana Stenbolê de derbarê ku saziyên sivîl rastiyê derxin holê û ligel mexdur cih bigirin de, xal heye. Her wiha raye ji bo saziyên sivîl heye ku tevlî dozan jî bibin.”
 
Bertekên li dijî feshkirina Peymana Stenbolê didomin. Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasê ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Jinan a Baroyê Ebru Demîrtepe da zanîn ku feshkirina peymanê cesaret daye gumanbaran û gotin ew biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê qebûl nakin.
 
‘Feshkirina di alî hiqûqî de hukma wê tune’
 
Ebruyê destnîşan kir ku divê feshkirina bi du alî bê destgirtin û divê bi aliyên tunekirina hiqûqî û mafên jinan û tunekirina têkoşîna jinan bê destgirtin û got: “Di alî hiqûqî de feshkirin, bi biryara serokomar nayê feshkirin û divê ev biryar li meclîsê bê girtin. Ji aliyê serokomar ve bi yek îmzeyê feshkirin tu hiqûqê de destura bingehî de hukma wê tune. Rayeya serokomar ya tiştek wisa tune. Ev bi biryara meclîsê hatiye îmzekirin û divê bi biryara meclîsê bê feshkirin.
 
‘Di alî têkoşîna me de jî nayê qebûlkirin’
 
Ebruyê destnîşan kir ku dema peyman di alî destkeftî û têkoşîna jinan de be destgirtin jî, feshkirina şîdetê zêde dike û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku ev biryar di zemîna hiqûqî de jî bihata kirin me qebûl nedikir. Wê têkoşîna me bi heman biryarê berdewam bikira. Ev biryar tê wateya tunekirina destekeftiyên jinan. Em biryara feshkirinê hem di alî hiqûq hem di alî têkoşîna xwe de qebûl nakin.”
 
‘Peyman tune ez çi bixwazim dikim’
 
Ebruyê daxuyakirin ku ew hinceta, qanûna 6284 heye û hewce bi peymanê tune, qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Bandorek mezin a civî li ser gel heye. Peymanê pêşî li şîdeta serdest ya mêr digirt. Lê feshkirina peymanê mêr rehet kirine. Piştî feshkirina peymanê di rojekê de herî kêm 6 kuştinên jinan tên jiyîn. Ev jî tê vê wateyê ‘peyman êdî tune, çi bixwazim dikarim bikim’. Bi vê jî tehdîda li ser jinan zêde bû. Ev jî nîşan dide ku qanûna cezayê bi tu awayî qanûna 6284 li ber çavan nagire.”
 
‘Bandor li ser tevlîbûnan kir’
 
Ebruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feshkirinê bandorek cidî li ser dosyayên ku didomin kir. Her çiqas STK, Baro, rêxistinên pîşeyî daxwaza tevlîbûnê dikin jî di esasê de vê hêza xwe ji peymana Stenbolê digirt. Ji ber ku di peymanê de xaleke ku dibêje divê STK rastiyê derxistin holê û ligel mexduran cih bigirin, rayeya tevlîbûnê dida STK’yan. Di dosya Z.N ya rastî îstîsmara zayendî hat de me daxwaza tevlîbûnê kir. Her çiqas wê demê peyman di meriyetê de be jî daxwaza me hat redkirin. Z.N ya Îranî li Navenda Şûnde Şandina Wanê bi tecawiza peywirên ewlehiyê re rûbirû mabû. Peywirdar gotibû ‘ji bo neyê dersînorkirin îftere avêtiye min’. Di parastineke wisa de bêguman bandora fehskirina peymanê heye. Muvekîla me Z.N derveyê qanûnê derbasî Tirkiyeyê bibû. Ji ber şîdeta li welatê xwe hatiye Tirkiyeyê. Di peymanê de derbarê jinên ji ber şîdetê ji welatê xwe hatine welatekî din de xal heye û dibêje divê neyên şandin. Ger ku îro ev peyman di meriyetê de bûna wê îradeya muvekîla me esas bihata girtin.”