Ji Komeleya Jinan a Rosayê ji bo Peymana Stenbolê daxwazname
- 10:35 18 Gulan 2021
- Hiqûq
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê, ji bo ku fesihkirina Peymana Stenbolê bê îptalkriin li Dadgeha Bilind doz vekir.
Peymana Stenbolê ku jinan ji kuştin û tundiyê diparêze di meha adarê de bi biryarnameya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatibû fesihkirin. Nerazîbûn û xwepêşandanên jinan ên li dijî fesihkirina peymanê berdewam dikin.
Komeleya Jinan a Rosa ji bo betalkirina fesihkirina Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Bilind da û doz vekir. Komeleyê daxwazname da Dadgeha Bilind û di daxwaznameyê de destnîşan kir ku fesihkirina peymanê li dijî dewleta hiqûqê ye û ji bo mafê mirovî yên jinan were parastin ew dixwazin biryar were fesihkirin. Komeleyê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku biryara fesihkirinê li dijî Destûra Bingehîn e û xwest birêvebirina biryarê were sekinandin.