Rûniştina rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin
- 11:51 8 Hezîran 2021
- Hiqûq
ÎZMÎR - Rûniştina doza rojnameger Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji aliyê dadgehê ve hat taloqkirin.
Rûniştina rojnameger Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" doz li Rûkenê vekiribû. Di danişînê de parêzerê Rûken Demîr Zafer Încîn û Rûken Demîr amade bûn.
Ji ber şandeya dadgehê ya li danişînê dinêre bi destûr bû, şandeya nobedar biryara lêkolînkirina rapora sîber a derbarê materyalên dîjîtal û harddîskên ku dest danîne ser hatiye amadekirin da.
Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 5’ê Cotmehê kir.