Di Doza Kobanê de 4 kes serbest hatin berdan
- 17:12 15 Hezîran 2021
- Hiqûq
ENQERE - Di Doza Kobanê de 4 siyasetmedar serbest hatin berdan.
Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê biribû ser Kobanê doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 girtî û bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn pêk hat.
Di sêyemîn danişîna doza Kobanê de bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketine derveyî welat, biryara tehliyekirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Berfîn Ozgul Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal hat dayîn.