Li Gulistan Ensarioglu 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
- 12:46 2 Tîrmeh 2021
- Hiqûq
AMED - Di rûniştina Hevseroka Gelê Gulistan Ensarioglu ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin de dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Gulistanê birî.
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 30'yê Cotmehê de bi serdegirtina malan Hevseroka Gelê Gulistan Ensarioglu ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Rûniştina biryarê ya doza Gulîstanê ya bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gulîstanê û parêzerên wê Feride Laçin û Ugur Bingul amade bûn.
Heta 15 salan ceza hat xwestin
Dozger di celseya berê de bi mutalaaya da ji go Gulistanê bi idiaya "endamtiya rêxistinê" heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Parêzerên Gulistanê daxwaza beratê kirin.
Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Gulîstanê birî.