Ceza li xebatkara Yenî Yaşamê birîn
- 15:55 14 Gulan 2024
- Hiqûq
DÊRSIM - Li xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt ku dihat darizandin 2 sal û mehek cezayê girtîgehê birîn.
Daneşîna doza belavkara Rojnameya Yenî Yaşamê ya Dêrsimê Azîme Bozkurt ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Dadgehê li Azaîmeyê bi heman îdayê 2 sal û mehek cezayê girtîgehê birî. Parêzerê Azîmeyê Dogukan Kudak dosa ji îstînafê re şand.