Di Kobanê de kesên der barê wan de biryara girtinê hatine dayîn
- 19:12 16 Gulan 2024
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza Kobanê de der barê 5 siyasetmedaran de biryara tahliyeyê hat dayîn û der barê 12 kesî de biryara beratê hat dayîn. Her wiha ji bo 13 siyasetmedarî jî biryara berdewamkirina girtinê hat dayîn.
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, hat dîtin.
5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
Ji bo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli yên girtîbûn biryara tahliyeyê hat dayîn.
Der barê 12 kesî de berat
Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk, Berfin Ozgu Kose, Bircan Yorulmaz, Can Memîş, Emîne Beyza Ustun, Gulfer Akkaya, Gulser Yildirimm, Îbrahîm Bînîcî, Sirri Sureyya Onder û Sîbel Akdenîz berat kirin.
Ji bo 13 kesî biryara berdewamkirina girtinê
Fîgen Yuksekdag, Selhattîn Demîrtaş, Alî Ukut, Gunay Kubîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Aynur Aşan, Dîlek Yagli û Pervîn Odun girtina wan berdewam dike.