Huda Kaya: Em ê teslîmî xerabiyên we nebin
- 15:24 25 Hezîran 2024
- Hiqûq
ENQERE - Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatiye vekirin dest pê kir. Huda Kaya di parastina xwe de wiha got: “Başî, aştî û terorîstî bi hev re nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi gotibe, îro jî dê ji bo hemû zindiyan, axê, mirovan, başî, aştî û aramiyê bixwazim.”
Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn protestokirin. Darizandina rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber van çalakiyan didome. Bi hinceta van çalakiyên protestoyî derheqê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dest pê kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenter û endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎB) jî di danişînê de amade bûn.
Girtiya siyasî Huda Kaya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.
Ev axaftin ji bo tolhildanê anîne pêşiya min
Di danişînê de dadgehê tawanbariyên di îdianameyê de tên kirin bi bîr xist. Piştre jî siyasetmedar Huda Kaya axivî. Huda, wiha got: “Ev îdianame weke kopyayeke xerab a îdianameyên berê hate pêşiya min. Ji ber axaftinên xwe yên ku tu heqaret tê de tune ne têm darizandin. Di axaftinên min de her tim daxwaza aştî û wekheviyê heye. Lê ev axaftin ji bo tolhildanê anîne pêşiya min. Heke em bi tena serê xwe bimînin jî dê tu caran serî li derewan nedin.”
'Biryarên kesên em ji azadiya me bêpar hiştine biryarên siyasî ne'
Bi domdarî Huda anî ziman ku tevahiya axaftinên wê û çalakiyên tev li bûye weke sûc hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Em mexdûr nînin ji ber ku şikûr ku me dizî nekiriye, me azadiya mirovan nediziye, me derew nekirine û em her tim li dijî her cureyên tundiyê sekinînin. Tevî van jî bi awayekî derhiqûqî destûr nehat dayîn ku ez li dijî sûcên dozger daxwaz dikir îfadeyê bidim. Ev 8 meh in ez bi awayekî neheq têm ragirtin. Helbet parlamenterek dê tev li şîna hilbijêrên xwe bibe û dema rastî neheqiyê tên bibe dengê wan. Ez dibêjim ku biryarên kesên em ji azadiya me bêpar hiştine biryarên siyasî ne.”
‘Ol wekî amûra mêtingeriyê bi kar anîn’
Di berdewamê de Huda diyar kir ku bangawaziya wê ya ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê jî di dosyayê de cih girtiye û wiha got: “Dema min dîtî ez pir şaş mam. Ez li dijî tundiyê me û aştîxwaz im. Bersiva li hemberî vê ez bidim we jixwe di nava dosyayê de ye. Em dikarin bibêjin ol ji bo pêşxistina mirovan û civakan a ji hêla wijdan û cewherê ve hene. Tevî ewqas doktrîn û qasidan jî civak dejenere bûn û ol weke amûra serdestiyê bi kar anîn. Veguherandin amûra zext, kedxwarî, mêtingerî û zayenperestiyê. Her wiha axaftineke min a li Meclisê jî xistine nava dosyayê. Parêzbendiya kursî hatiye binpêkirin û li dijî destûra bingehîn hatiye tevgerîn. Di esasê xwe de diviyabû derheqê kesên ev derhiqûqtî kirin û yên ev xistine nava dosyayê de kirarî bihata kirin.
'Dewleta kûr û rûyê tarî yê dewletê naxwazin rastiya bûyeran derkeve holê'
Min li Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî bûyerên Kobanê axaftinek kiriye. Min çi gotiye; ‘Me ji bo bûyerên Kobanê derkevin holê û rastiya wan derkeve holê pêşnûme da Meclisê lê AKP-MHP’ê nehiştin ev rastî derkevin holê. Dewleta kûr û rûyê tarî yê dewletê naxwazin rastiya bûyeran derkeve holê. Zehmet nîne mirov bizane bê ka kî naxwazin rastî derkevin holê.’ Yanî em çi biaxivin, em çi bibêjin, ma em qala aştiyê nekin, ma em qala başiyê nekin, ma divê em her li ser şer biaxivin? Diviyabû ji ber hewldanên me yên ji bo başkirina welat xelat dabûna me lê em tên darizandin. Her wiha di 6’ê îlonê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto hatiye lidarxistin, lîrandin hatiye kirin, stran hatine gotin û min axaftinek kiriye. Ev jî xistine nav dosyayê. Min gotiye; ‘Em ê serî li ber dizan netewînin, îtaet nekin.’ Dadger beg, nizanim dema em vê dixwînin bikenin nizanim. Di îdianameyê de gelek caran peyva ‘Dizekîno’ derbas dibe. Min axaftina xwe bi gotina ‘Em tu kesî bi ser îradeya gel re nas nakin’ domandiye.
Em ê teslîmî xerabiyên we nebin
Her wiha min li vir ji bo Suleyman Soylu gotina ‘qaşo wezîrê karên hundir’ bi kar aniye. Min gotiye; ‘Mirov ji ber we ji olê dûr ket, we dizîkerî, talan û nebaşî bi baweriyê re kir yek. Em ê teslîmî xerabiyên we nebin. Kî dibe bila bibe em ê li cem zarokan, bindestan, jinan û li cem heq û heqîqetê cih bigirin. Ev welat dê teslîmî xerabiyê nebe. Vaye ev polîtîkaya qeyûm jî, hewldana xerabiyê ya ji bo qutkirina dengê gel e. Em ê li hemberî vî dengê xerabiyê têk neçin. Vî gelî dersa we daye û dê her bide jî.’
Vaye gel wiha dersê dide serdestan
Bi rastî jî beşeke weke îbretê ye. Mirov ji kîjan alî ve jî binirxîne kêm dimîne. Li ku dibe bila bibe min her tim gotiye ez li dijî tundî û neheqiyê her tim li cem zindiyan, azadiya mirovan cih digirim. Yanî ma divê em van ji rayedaran re nebêjin? Me jî dikariya ji hêza îktîdarê sûd bigirin lê şikûr ku me ev nexwest, me li cem wan cih negirt. Ma di vê hilbijartinê de xelkê Mêrdînê dîsa Ahmet Turk ne hilbijart? Vaye gel wiha dersê dide serdestan.
Îktîdar guherî lê şêweyê darizandinê neguherî
Heman pergala serdema 28’ê Sibatê îro bi destê AKP’ê tê domandin. Dema em di 28’ê Sibatê de bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin, em bi şerîatparêziyê tawanbar dikirin. Îktîdar guherî lê şêweyê darizandinê neguherî. Wê demê em ji ber şerîatparêziyê dihatin darizandin û îro jî ji ‘terorîst, dabeşkariyê’ tên darizandin. Daxwaza başî û aştiyê li gorî îktîdarê naguhere. Başî, aştî û terorîstî li gel hev nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi xwestibe, ez îro jî ji bo tevahiya xwezayê, zindiyan, axê û mirovan başî, aştî û aramiyê dixwazim.”
‘Min eşkere got ez çûme’
Têkildarî îdiayên şahida bi navê Gul Tanriverdî ku digot çûye Qendîlê jî Huda wiha got: “Ez di pêvajoya çareseriyê de bi eşkereyî çûm Qendîlê. Ev hevpeyvîn jî hatin weşandin. Ez cara duyemîn jî bi şandeyekê re çûm. Dîrok û daneyên wan hene. Şahid îdia dike ku ez bi Komîsyona Gel û Baweriyan re çûm e lê ev rast nîne. Di 6’ê Cotmehê de jî ez beşdarî civîna MYK’a HDP’ê nebûm. Wê demê ez li Mûşê bûm.”
‘Xebat û çalakiyên behsa xeberê sûc nînin’
Piştî parastina Huda, parêzer Zîlan Leventoglû axivî. Zîlan bal kişand ser pêvajoya di navbera salên 2013-15’an de û got ku bi ser vê pêvajoyê re 11 sal derbas bûne. Zîlan, da zanîn ku tu AKP’iyên di nava vê pêvajoyê de cih girtin nehatine darizandin lê siyasetmedarên HDP’î hatine darizandin. Zîlan, diyar kir ku xebat û çalakiyên behsa xeberê sûc nînin û bi agahiya dewletê hatine kirin.
Destûr nehat dayîn ku miwekîla min parastina xwe bike
Zîlan, daxuyand ku miwekîla wê ji bo tev li konferanseke li derveyî welat bibe hatiye balafirgehê û çapemeniya hawîz jî weke “Dê bireviya” weşandiye. Zîlan, bal kişand ser qeydên HTS’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta axaftinên miwekîla min ên bi kurê xwe re kirine jî di dosyayê de cih girtine. Ev yek nîşan dide bê ka ev dosya çiqas neadilane ye. Lêpirsîn salek berê hatiye destpêkirin û biryara nepeniyê nehatiye rakirin. Destûr nehat dayîn ku miwekîla min parastina xwe bike. Têkildarî miwekîla min pê tê tawanbarkirin tenê yek delîl jî tune ye. Miwekîla min ev 8 meh in bi awayekî derhiqûqî tê li girtîgehê tê ragirtin. Di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de siyasetmedaran ji tawanbariyên niha li miwekîla min tên kirin beraet kirin. Ji bo rewşa wê ya girtî tu hinceteke hiqûqî nema ye. Bangawaziya 6-8’ê Cotmehê bangawaziyeke demoratîk e lê îmzeya miwekîla min tê de tune ye. Her wiha tev li civînê jî nebûye û parve jî nekiriye. Di vê mijarê de tenê yek delîl, şahid û belge tune ne.”
Dadgehê navber da danişînê.